Friday, 09 August 2019 16:32

Dadweriya Emrîkî Karsazekî Libnanî bi Sedema Piştgiriya Hizbulaha Tirorist Siza Kir

Dadgeheke Emrîkî sizayek bi pênc sal zindan û cezayekî darayî bi 50 milyon dolarên Emrîkî da karsazekî libnanî bi sedema çalakiya wî ya darayî ji bo hizbulah.

Wezarareta dadweriya Emrîkî duhî pêncşembê ragehand ko siza derheqê karsazê Libnanî Qasim Tac Eldîn yê 63 salî yê bazirganiya heyberên xam li rojhelata navîn û Efrîka dike, bi sedema zîvirandina wî li sizayên Emrîkî yên derbarê hizbulah hate sizakirin.

Alîkarê wezîrê dadweriyê Brayin Binizkoviskî bal kêşand ser ko ‘’ her du biryar nûtirîn nimûne ne li ser bizavên wezareta dadweriyê ya berdewam ji bo têkbirîn û jihevxistina hizbulah û toreyên piştgiriya wê dikin‘’, li gora acansa rojnamevaniya Emrîkî.

Koçka spî dibîne ko kompaniyên Tac Eldîn parek ji toreya cîhanî ye ko bi milyonan dolar bo milîtanên hizbulah pêşkêş dikin, û dibîne ko ew ji komên tirorist ên herî metirsîdar in li cîhanê.

Di gulana 2009ê de dibîne ko Tac Eldîn alîkarekî darayî yê giring e ji rêkxistinên teroristî re, bi sedema piştgiriya wî ji hizbula re ya ko Emrîka wê wek rêkxistineke terorist bi nav dike.

Sizayên Emrîkî di çileyê pêşî de sala 2010 bo toreya kar ya Tac Eldîn û birayên wî li Gambya, Libnan, Sîraliyon, Komara Kongo ya Demuqrat û Cezîrên Fircîn yên Birîtanî birêve dibin.

Di adara 2017ê Tac Eldîn li Kaza Planka li Mexribê bi daxwaza desthilata Emrîkî hate girtin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Siyasî Dadweriya Emrîkî Karsazekî Libnanî bi Sedema Piştgiriya Hizbulaha Tirorist Siza Kir