9 penaberên Sûrî li Swêdê gilînameyên dadwerî li dijî 25 berpirsên mezin ên rejîma Esed pêşkêş kirin, bi mebesta standina biryarên navnetewî ji bo girtina wan ji ber kiryarên “îşkenceya di girtîgehan de û kiryarên bêserûşûnkirinê”.
Ev gilî yekser hatin piştî standina pêgavên hevşan li çend welatên Ewrûpayê, bi taybetî ji aliyê Fransa û Almanya, ku sê kes di pêşiya vê mehê de bi gunehbariya tawanên dijemirov hatin desteserkirin.
Parêzerê Sûrî Enwer El-Bunî, serokê Navenda Sûrî ya lêkolîn û rawêjkariya yasayî, yê niha li Almanya got ku gilînameyek ji aliyê neh girtiyên Sûrî yên berê li roja pêncşemê li Stockholm paytexta Swêdê, li dijî 25 efserên dezgehên ewlekariyê yên berpirs di ber “işkence û bêserûşûkirinê” de di çar navendên ewlekariya rejîma Esed de hatin pêşkêşkirin.
El-bunî got ku navenda wî bi hevkariya koma Qeyser û Navenda Sûrî ya azadiya mediyayê, û bi piştgiriya Navenda Ewropî ya destûr û mafên mirovan, û komeleya parêzvanên mafên sîvîl li Swêdê, û wek “Gaveke din li ser riya dadperweriyê ji bo Sûriyê”, gilîname li dijî wan li Siwêdê pêşkêş kirin, ku pêdiviya Siwêd deshilata xwe ya dadweriya cîhanî bikar bîne, li dijî tawanbarên şer û dijemirov.
Elbunî cext kir ku ev navend û navendên din berdewam in di pêşkêşkirina gilînameyan li dijî berpirsên ewlehiyê yên gunehbar bi pêkanîna tawanên şer û tawanên dijemirov “, da ku paşeroja Sûriyê bêyî wan be, û divê ew di binê zîndanan de bin.
Tê zanîn ku Navend bo yekem car li 8’ê cehzîrana sala par serkeft di derxistina biryara girtinê ya navnetewî ji aliyê dozgerê giştî yê Almanya li dijî Major General Cemil Hesan, rêveberê rêveberiya îstîxbarata esmanî bi gunehbariya dana fermanan ji bo pêkanîna komkujiyan li dijî welatiyên Sûriyê.
El-bunî ev biryara girtinê ya navnetewî wek “Pêgava yekem ya rast ji bo dabînkirina dadweriyê ji bo xelkê Sûriyê dît”, û diyar kir ku ev biryar bi saya bizavên şahidan hatin standin, û bal kişand ku ew li bendê yadeştnameyên din yên girtinê ne li dijî “gunehbarên din yên sûcdar li Sûriyê, û Beşar el-Esed bi taybetî”.
Hevdem Navend û hevparên xwe li 5’ê mijdara borî ser keftin di bidestxistina biryara girtinê ji aliyê dozgerê giştî yê Fransayê li dijî sê rayedarên ewlekariya rejîmê, ku ew jî Cemîl Hesan rêveberê rêveberiya îstîxbarata esmanî, û Elî Memlûk serokê ewlekariya netewî, û Abdul Selam Mehmûd, serokê lêpirsînê ya muxaberatên hêza ezmanî, ku ev bi darudestên Beşar Esed têne naskirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Wekalat