Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawid Oxlo got: Çêkirina Herêmeke aram li Bakurê Sûriyê pêşinyareke Tirkiyê bû, û wê ji demeke dirêj ve doza wê kiriye, lê erêkirina navdewletî bidest nexist, û ew giringiyeke ji bo rawestandina koçberiya Milet.
Dawid Oxlo di kongirê Rojnamevanî yê digel Ancêla Mêrkil rawêjkara Elmanî de doh li Istanbûlê hişyarî da derbarê Operasiyona Rêjîma Esed û Firokên Rûsî û Daiş li ser Helebê û got ew dê pêleke din ji Penaberan encam bide.
Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, di civîna taybet digel Balyozên Hevalên Gelê Sûrî doz kir, ku divê livandineke navdewletî bilez çêbibe da Operasiyona dijminane ya Rûsî li ser Bajar û Bajarokên Sûriyê birawestîne.
Desteyê rewşa Firokên dagîrkerên Rûsî û pêkanîna wan ji kuştaran re di derheqê Sivîlan û Artêşa azad de li Helebê, Hums, Idlib, Hema, Laziqiyê û Şamê û Gundewarê Şamê şirove kir.
Endamên Desteyê du name ji Balyozan re guhastin li ser dagîrkariya Rûsya ko Hêzên Opozisyonê û sivîlan û ne rêkxistina Daişa tirorist amanc dike. Û êrîşên Rûsî Rêjîmê û Daiş bihêz dikin. Û çareseriya siyasî li Sûriyê têk dibin.
Endamê Desteya Siyasî Nesir Elherîrî tekez kir ko Rêjîma Esed bi sedema kirdeyên wî yên hovane ji 2011an ve milet ber bi Penaberiyê ve dehf dide. Di pey re Çekên giran û bi tewşî bombebarana Hêrêmên Niştecihan û Bazarên Gelêrî bi Bermîlên teqîner, û xistina bi dehhezaran Sûrî di zindanan de û êşkencekirina wan heta ko dimirin û hem jî leşkeriya neçar feriz kir.
Elherîrî diyar kir ko Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê pêşinde li mijara parastina sivîlan dinere. Bi hemû karînên xwe jî berevanî û parastina wan dike. Destnîşan kir ko ev parastin tenê li ser xakê ye lê hebûna Rêjîmê di biwara asmanî de li ser dewletên heval feriz dike ko asman li ber wî bigirin, da herêma aram ji sivîlan re dabîn bikin. Dako bi koçberiya Ewropa neramin.
Jêder: Hevbendî+Enadol