Dewletên beşdar di kongirê Parîsê de daxwaza sizadana sercem gunehbarên bikaranîna çekên kîmyayî yên tevaya cîhanê û nemaze yên li Sûriyayê kirin, û rexne li Rûsiya girtin ji ber bikaranîna “vîto” çend caran li dijî sizadana rijêma Esed ya berpirs li hember bi dehên êrîşên kîmyayî li dijî sivîlan.
Ev daxwaza navdewletî bi riya kongirê Parîsê roja înê 18’ê gulanê hat, yê ji bo gengeşekirina êrîşên kîmyayî yên li cîhanê bi tevayî û destnîşankirina mîkanizmên nû ji bo nasîna berpirsên êrîşên kîmyayî û sizadana wan bi taybetî yên Sûriyê hat lidarxistin.
32 dewletên beşdar paldan li ser damezrandina desteyeke nû ji bo sizadana bikarhênerên çekên kêmyayî “bi awayekî baştir”.
Dewletên li bin binavê “havpariya navdewletî ji bo sizadana bikarhênerên çekên kêmyayî”, berdewamiya bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê ji aliyê hêzên Rijêmê şermezar kir.
Ji aliyê beşdarbûyên kongir ve, gelek rexne li Rûsiya hatin girtin, û daxwaz ji Mosko kirin ku helwesta xwe biguhere û ew han dan li ser qebûlkirina mîkanizma nû ya navdewletî ya ji bo sizadana bikarhênerên çekên kêmyayî, wek hewlekê ligel Rûsiya ji bo guherîna helwestê wê derbarê vî babetî li konseya ewlekariya navdewletî, “,.
Kongirê Parîsê yekser piştî belavbûna raporta rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî “OPCW” li dar ket, raporta ku têde bikaranîna gaza kilorê li Seraqbê li gundewarê Idlibê li heyva reşemeha borî hatibû piştrastkirin.
Û heyva borî, bi sedema kîmyabarandina bajarê Dûma ku têde bi sedan şehîd û birîndar ketibûn, çend êrîşên navdewletî li ser serbazgeh û karxaneyên çêkirina çekên kêmyayî yên rijêma Esed hatibûn pêkanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî