Çend dewletên rojava dubare daxwaza destpêkirina pêvejoya siyasî li Sûriyê kirin, piştî rawestandina wê ji aliyê rijêma Esed ve û redkirina bicihkirina tekistên biryarên navdewletî yên agirbestê, û başkirina rewşa mirovî û damezrandina desteyeke hikumraniya veguhêz ya xudan desthilatên tekûz tevlî desthilatên serokkomar.
Wezîrê derve yê Elmaniya, Heiko Maas, di çavpêketinekê de ligel kenala Elmanî ya yekem “Das Erste¹”, got ku wê tevlî bizavên Fransa bibin yên ji bo mizaxtina bizavên nû yên navdewletî ji bo pêkanîna agirbestê li Sûriyê, û got: “ewê kar bikin ji bo bigihêjin rêkeftineke navdewletî ku bibe palpişteke nû ji pêvejoya siyasî re”.
Heiko Mass, bal kişand ku wê danustandin li ser pirsgirêka Sûriyê di navbera karbidestên payebilind ên Amerîka û Fransa û Birêtaniya û Elmaniya de li Londonê bibin.
Herwiha şêwermendê Otrîşê “Sebastian Kurz”, daxwaza destpêkirina pêvajoya siyasî li Sûriyê kir, û ligor peyva wî ew yek ji bo rawestandina “rijandina xwînê li vî welatî ye”.
Hevdem ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi pêwîst dîtibû ku armanc ji lêdana leşkerî ya li dijî rijêma Esed ew e neçarkirina Rijêmê û Îranê ji bo razîbûna bi pêvajoya siyasî û erêkirina destpêkirina pêvajoya siyasî bêmerc û ligor daxuyaniya Cenêv û herdu biryarên 2118 û 2254 û bi çavdêriya NY.
Hevbendiya Niştimanî bal kişandibû ku lêdana navdewletî ya li dijî Rijêmê, pêgaveke giring bû ber bi şikandina pencê rijêmê û lawazkirina şiyanên wê yên leşkerî yên bi sercem corê çekên qedexekirî û tevlî çekên kêmyayî di bombebarankirina bajarên Sûriyê de bikar tîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî