“Desteya Yasanasên Sûrî” hişyarî da derbarê xweamadekirina rejîma Sûriyê û Rûsiya ji bo êrîşkirina li ser deverên azadkirî, û bikaranîna careke din ji çekên kîmawî re li dijî sivîlan, di rêya belavkirina rêklamekê ji êrîşên kîmawî re.
Di yadaştnameyekê de ku arasteyî civaka navdewletî kir, desteyê daxwaz kir ku divê daxuyaniyên Rûsiya û rejîma Esed li ber çavn bêne girtin, û wan daxuyaniyan wek destpêkekê ji êrîşkirina bi çekên qedexekirî re li ser deverên azadkirî bê nasîn, herwiha tawankerên tawanên şer yên li dijî mirovahiyê siza bikin, û dadpirsînê derbarê van tawanan pê re bikin.
Desteyê got ku tişta Rûsiya niha derbarê çekên kîmawî belav dike, heger gotgot be yan şerê derûnî be, ev bi xwe jî mîna gefxwarina bi bikaranîna çekên kîmawî ye, û ev bi xwe tawaneke.
Desteyê destnîşan kir ku rejîma Esed berpirsê yekem e di ber bikaranîna çekên kîmawî de. li gor serjimêriyên dezgehên yasayî, ku rejîma Esed 300 caran ew çek bikar anîne û li zêdeyî 66 deveran.
Desteyê berdewam kir û got: Mosko serderiyê ligel tawanên şer yên rejîmê dike, di rêya berevanîkirina di ber wê de, û nahêle bê sizakirin, û ew jî tawanên xwe yên li dijî mirovahiyê berdewam dike, bêyî ku ti aliyek nehêle wan çekên qedexekirî bikar bîne.
Encûmena Xwecihî ya bajarê Kefir Zêta li gundewarê Hema yê Bakur, ragihandibû ku Rûsiya û rejîma Esed dixwazin welatiyên devera wan koçber bikin, û navûdengê Rêxistina Berevaniya Sivîl pîs bikin, di rêya çîroka bikaranîna çekên kîmawî.
Encûmenê di daxuyaniyeke xwe de, Doh roja Yekşemê, daxuyaniyên Rûsiya û rejîmê derew derxistibûn, û destnîşan kir ku ev yek hewil in ji bo redkirina bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê rejîmê ve, û got ku rejîma Esed gelek tawanên din pêk anîne piştî ku çekên kîmawî li dijî sivîlan li hejmarek deverên welat bikar anîne.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê