Wezîrê derve yê Siûdiyê Adil Elcubêr doh çarşembê di kongirekî rojnamevanî de digel wzîrê derve yê Rûsya Sêrgî Laverof li Moskoyê got ko: “cih ji Beşar Elesed re di paşeroja Sûriyê de nîn e, her weha cihê milîtanên “Hizbulah di cîhanê tevî de nên e ”.
Wezîrê derve yê Siûdiyê got: derbarê rewşa Sûriyê Siûdiyê hevrêziya helwêstan bi Rûsya re dike, Destnîşan kir ko herdu welatan li ser serweriya dewletê lihev kirine.
Elcibêr got em kar dikin ji bo sînorekî ji têwerdanên Îranê û Hizbulah di herêmê de deynin, wezîrê Siûdî piştgiriya xwe ji vekolînên derbarê êrîşa kîmawî ya li ser Xan Şêxûn da û got: “divê rêjîma Esed buhayê bikaranîna kîmawî bide”.
Elcibêr got me bi Rûsan re operasiyona aştiyê li rojhilata navîn û Sûriyê her weha giringiya yekbûna Sûriyê gotûbêj kir, û rêjîma Esed peymana agirbestê gelek caran binpê kir. Û gerek e rêjîm bicih bike ko kîmawî li rex nîn e.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans