Şandyarê erebî û navdewletî yê berê bo Sûriyê Elexder Elibrahîmî berpirsiyariya têkçûna navgîniyên navdewletî bo dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê da ser milê rêjîma Esed, û destnîşan kir ko rêjîmê guh neda buhayê ko miletê Sûrî dide.
Elibrahîmî di hevpeyivînekê de dligel kovara ‘’ Con Ifrîk‘’, diyar kir ko ew astengiyên rêjîm derdixe; ji ber wê yekê ye ko ew li dawiyê xwe serkeftî dibîne, lê qelenê ko miletê Sûrî dide jê re negiring e, û bal kişand ser ko dewletên biyanî jî berjewendiyên xwe diparêzin, û guh nadine berjewendiyên milertê Sûrî.
Di heman pêvajoyê de serokê desteya danûstandina Sûrî Nesir Elherîrî, tekez kir ko Rûsya sedema têkçûna damezirandina komîta destûrî ye, ji ber ew dixwaze çavdêriya Netewên Yekgirtî ji karê komîtê re nemîne.
Û destnîşan kir ko rêjîm û hevalbendên wê dixwazin ‘’ Pirosêsa siyasî ya bi çavêriya Netewên Yekgirtî bişêwînin.‘’ û dibîne ko amanc jê ‘’çûna ber bi danûstandinekê li jêr sîwana rêjîmê ye, û bi lihevhatineke niştimanî bidawî bibe, û çav ji tawankariyên rêjîmê bêne girtin. ‘’
Û Tekez kir ku opozisyon ‘’Sûr e li ser çareseriya siyasî li jêr çavdêriya Netewên Yekgirtî û cîbicîkirina biryarên wê, û çi guhertinê ji vê pêvajoyê re napejirîne’’, û dibîne ko eger viyana navdewletî ya rastî heba, nedihişt ko Rûsya û rêjîm li herêmên kêmkirina şerî bipêşve biçin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî