Elmaniya bi niyaza wê yekê ku rê li pêşiya hewl û bizavên rijêma Esed yên ji bo destdanîna li ser milk û samanên sivîlên Sûriyê bigire, ji ber ku ew hewl wê bibin kelem li pêşiya vegera penaberên Sûrî li ser cih û warên xwe.
Wezareta derve ya Elmaniya got ku “Hikûmeta Berlîn NY han dide li ser kar ji bo nehêlana cîbicîkirina wek van yasayan, û Elmaniya rijde li ser dijberiya yasa Bişar Esed, û niha ligel dewletên hevpeymanên xwe yên Ewropa kar dike, ji bo dîtina mîkanîzmekê bo rûbirûbûna vê pilangeriya dijminane”.
Hêjayê gotiyê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê workşopek bi hevkariya rêxistina “Elyom Eltalî” derbarê “yasa hejmar 10 û bandora wê li ser xelkê Sûriyê”, bi beşdariya dadwer û parêzer û karîger û destûrdaneran û hejmarek ji şarazayên teknîkî ji sendîka endezyar û bazinên teknîkî û şaredariyan û samanên dewletê û qeyda milkîyetê lidar xistibû.
Û Hevbendiyê di dawiya workşopê de, hişyarî dabû li ser ku ev yasa dikeve di xizmeta guhertina demografî de, li bin perdeya pirojeyên nûavadankirinê yan nûjenkirin û rakirina paşmayên avahiyên wêrankirî wek heman kiriyarên li Himsê hatin pêkanîn, û workşopê daxwaz kir ku dest bi pirojeyên nûavadankirinê bibin piştî vegera penaberan û pêkanîna veguhestina siyasî ya giştgîr.
Wezareta derve ya Elmaniya cext kir ku Esed bi awayekî bineretî bi guhertina rewşê li gor berjewendiyên xwe radibe, da zehmetî bikevin li pêşiya vegera penaberên Sûrî careke din bo welatê xwe, û herwiha bêzarî û nîgeraniya xwe li hember yasayên metirsîdar yên rijêma Esed da, ku gomanê têxin li ser mafên milkdariya milkdarên sûrî yên ji navçeyên xwe koçber bûne.
Wrzareta derve diyar kir ku ev yek girêdayî ye bi çarenivîsa wan kesan yên bi dirêjahiya heft salan ev bobelat bi çavên xwe dîtine, ku li hêviya jiyaneke aştiyane û paşerojekê ne ku vegerin Sûriyê, û herwiha daxwaz ji hevalbendên Esed û bi taybetî ji Rûsiya kir ku rê li pêşiya bicihkirina van yasayan bigirin.
Û Rojnameya “The Guardian” ya Birêtanî di heman mijarê de got ku ligor yasa Esed, metirsî li ser milkdariya deh milyonan ji penaberên Sûrî ên dervî deverên xwe dijîn heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî