Elmaniya daxwaz ji hikûmeta Elmanya kir ku yek ji berpirsên herî mezin yên rejîma Esed, piştî derxistina dadweriya Elmanya yadaştnameyeke girtinê derheqê wî de derxist, bi sedema encamdana tawanên şer derheqê sivîlan li Sûriyê.
Doh kovara Der Spiegel got ku Berlîn daxwaz ji Libanê kiriye ku fermandarê istixbarata asîmanî ya rejîma Esed Cemîl El-Hesen ku tê texmînkirin ew ji bo dermankirinê li Libnanê be radest bike.
Govarê lêzêde kir ku ev cara yekemîn e ku hikûmeta Elmanya bi awayekî dîplomasî li berpirsên encamdana tawanên şer li Sûriyê ji rejîma dektator ya Esed digere.
Rêveberê tora Sûriyê ya mafên Mirovan Fedil Ebdulxenî da zanîn ku ev tevgera Elmanî nameyeke bihêz e ji bo çeteyên kîmawî ku ew “Nikarin rizgar bibin” , wek amajeyekê ji bo daxwazên toreyê yên berdewam ji bo sizakirina berpirsên di ber tawanênên şer yên li Sûriyê hatine encamdan.
Li gor Govarê ev daxwazname tevgera El-Hesen asteng dike, û fişrarê li ser rejîma Esed zêde dike, ku Yekîtiya Ewropayê li dijî wê hin tedbîran dike ji bo bidûvçûna encamderên tawanan, herwiha ferzkirina sizayên abûrî yên tûnd ku hin zilamên kar kompaniyên girêdayî rejîmê li xwe digre.
Serdozgeriya Elmanî daxwazeke navdewletî derkiribû ji bo girtina Cemîl El-Hesen bi tometa encamdana tawanên li dijî mirovatiyê li Sûriyê, û ev yek di çarçoveya hemahengiyeke ewlekarî Elmanî- Ferensî ji bo bidûvçûna encamderên tawanên şer li Sûriyê birêve diçe, li gor “Dadweriya Cîhanî” ya ku dihêle kesên ku yasa binpê kirine ji derveyî xaka xwe jî siza bibin.
Heftiya derbasbûyî serdozgeriya giştî ya Ferensa û Elmanyayê girtina hin fermandarên istixbarata rejîma Esed ragehandin ku destê wan di tawanên li dijî mirovahiyê li Sûriyê hebû.
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê ku hewcedariyek heye ji bo aktîvkirina mekenîzmeke serbixwe ya navdewletî ku di sala 2016an de ji bo karînên sizakirina encamderên tawanên şer li Sûriyê, herwiha pêwîstiya aktîvkirina dosya dadwerî bi awayekî zêdetir di rêya avakirina dadgeheke tawankariyan ya taybet bi tawanên şer ên li dijî mirovatiyê, û taybet di çarçoveya astengkirina Rûsiya li Encûmena Ewlekariyê ji bo şandina dosya Sûriyê ji dadgeha navdewletî ya tawankariyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî