Balyozê Erebistana Si’ûdî li NY, Ebdulah Elmu’elimî, duhî şeva înê di hevdîtinekê de li ser kenala Elerebiye di bernemaya “Elşari’ Eldiblomasî” de, rijêma Esed li ser daxuyaniyên Bişar Elce’ferî balyozê wê li NY bi nerastgoyê tohmetbar kir.
Elmu’elimî got ku “em vî şêwazê dana berepêkan ji aliyê rijêma Esed ve bi ecêb nabînin”, û Elmu’elimî got, ew xwe ji gengeşekirina dozên serekî dûr dixin, wek mijarên destûrê û veguhestina siyasî û dîmenê hikûmeta nû, û dîmenê dewleta Sûriya nû ya ku pêwîst e ji bin welatekî wêran û parçekirî derkeve “.
Elmu’elimî tekez kir ku rijêma Esed nerastgoy e di danustandinên aştiyê de, bi rêka dana berepêkan û çavgirtina wê ji mijarên sereke yên ku pêwîst e danustandin li ser wan bibin, û dît ku Rijêm her û her bi şêweyekî ne cidî danustandinan ligel desteya danustandinê dike .
Elmu’elimî bal kişand ku niha ” opozisyin bi yek dengî diaxive, û şanda opozisyonê li Niyoyork û Waşinton û Cinêvê amade bû û beşdarî û pêkanîna wê ji danûstandinan re cihê serbilindahiyê bû, ji ber ku ew bi awayekî zelal pêşniyarên xwe tînin ziman û bi aqilmendî danustandinan li ser wan dikin.
Elmiuelimî got ku NY û hin dewletên din alîkariyan pêşkêşî gelê Sûriyê dikin, û balkişand ku “Erebistana Si’ûdî pêşeng e di pêşkêşkirina alîkariyan de”, û got lê mixabin hêjî bersivdan vebirî û kêm e”.
Hêjayî gotinê ye ku Elmu’elimî careke din jî berya niha rijêma Esed û hevalbendên wê Rûsiya û Îran û milîsên Hizbilaha terorîst bi bombebaran û wêrankirina bajarên Sûriyê tohmetbar kiribû.
Û helwesta Si’ûdiyê ya niha hat, piştî baykotkirina kongirê Soçî yê çaverêkirî ye li Rûsiya dawiya vê heyvê lidar bikeve ji aliyê desteya danustandinan bi şêweyekî fermî îro roja şembiyê bi piraniya 26 dengan ji binemayê 36 dengan hat ragihandin, , piştî danustandinên cidî ligel şanderê navdewletî Staffen De Mestora bi çavdêriya NY di civîna Viyêna de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat