Emîndarê giştî yê komkara erebî Ehmed Ebûlxêt rexne li hin dewletên erebî yên ko dîsa balyozxaneyên xwe li Şamê vekirine kir, û got ku ew şaşitiyeke mezin e, û diyar kir ko vegerandina wê rêjîmê bo komkara erebî wê bi lihevkirinê be, ne bi dengdanê. Ebûlxêt di hevpeyivîneke televizyonî de got: ‘’Aliyên erebî ketine şaşitiyeke mezin de, dema lez kirine di vegerandina nûnerîtiya diblomasî careka din li Şamê.’
Bêtir got ko vegerandina kursiya Sûriyê li komkara erebî dê bi lihevkirinek erebî be, ne tenê bi dengdanê be, û diyar kir ko çareserî li Sûriyê wê ne nêzîk be, û pêdiviya dîsa-avakirinê bi 600 milyar dolarî heye.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa, spasiya Erebistana Siûdî, Dewleta Qeter, Mexrib û hemû dewletên erebî yên din yên ko vegerandina peywendiya bi rêjîma Esed red kirine kir.
Mistefa tekez kir ko li gora çareseriya siyasî ya herdemî li Sûriyê, ya ko di biryarên navdewletî de hatiye û ya pêşî biryara 2254ê ye.
Mistefa destnîşan kir ko rêjîma Esed bi ser pirojeyê Îranê ve ye, û lihimberrabûna wê tê wateya li himberbûna Tehranê û têwerdana wê di dewletên erebî de, û bêtir got ku milîtanên Îranê dê têkçûnên mezin li ser destê şoreşgeran bibînin, û jibil derketina wan tu çare nîn e.
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî