Rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî hebûna gaza sarîn yan kerasteyeke mîna wê di êrîşa Xanşîxon de tekez kir, hevdem ku Ferensa gotibû ku belge didest hewalgeriya wê de hene li ser bikaranîna wan çekan ji aliyê Rijêmê ve.
Ji aliyê xwe ve, rêveberê rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî Ehmed Ozomico got ku taqîkirina ku li ser deh qurbaniyên vê êrîşê di çar taqîgehan de hatiye kirin “diyar dike ku gaza sarîn yan kerasteyeke mîna wê hatiye bikaranîn, û encamên taqîkirinê heta niha piştrast in”.
Wezîrê derve yê Ferensa, Can Mark Ayrolt, pêr roja çarşemê gotibû ku wê ji aliyê hewalgeriya Ferensa belge bên pêşkêşkirin li ser bikaranîna çekên kêmyayî ji aliyê Rijêmê ve li dijî bajarokê “Xanşîxon”, û gotibû ku “emê di çend rojên bê de belgeyan li ser ku Rijêm li pişt wan êrîşan radiweste pêşkêş bikin”, û diyar kir ku hewalageriya giştî û serbazî lêkolînan di derbarê vê yekê de dikin.
Hêjayê gotinê ye ku tîmek ji pisporan ji aliyê rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî yekser piştî rûdana kêmyabarankirina Xanşîxon ji bo lêkolînê hatibû erkdarkirin, herwiha ku hin şirovekarên Birêtanî û Tirk gihiştibûn heman encamê berî niha, û wezîrê derve yê Ferensa bal kişandibû ku rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî wê di lêkolîna xwe de berdewam be.
Li aliyek din, nûnerê Birêtaniya yê li rêxistinê li ser tiwêterê encamên rêxistinê û daxuyaniyên rêveberê giştî Ehmed Ozomico yên di civîna encûmena cêbicêkara rêxistinê de belav kiribûn.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ber persyaretiya êrîşa kêmyabarankirina Xanşîxon li 4’ê nîsanê û kuştina zêdetir ji 100 kesên sivîl û birîndarbûna 500 kesên din ku piraniya wan zarok bûn xist stûyê Rijêmê de, û daxwaza sizakirina Esed û berpirsên êrîşê kiribû.
Herwiha ku hêzên deryayî yên Amerîka rabûn bi mûşekbarankirina firokxaneya Elşi’îrat ya leşkerî wek bersivdanekê li ser bikaranîna çekên kêmyayî û berdevkê koçka Spî dubarekirina êrîşan li dijî armancên Rijêmê bi dûr nexist.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat