Encûmena Cîgirên Emerîkî di biryara xwe ya dawî de tekez kir ko rêjîma Esed bêtir ji 500hezar kes kuştine, bi piştgiriya Îran û Rûsya û bêtir ji 50% ji jêrxana Sûriyê wêran kiriye, û bêtir ji 14 milyon kes bi kotekî koçber kirine.
Daxuyaniya hejmar 1156ê destnîşan kir ko rêjîma Esed çekên kîmawî li dijî miletê Sûrî çend caran bikar anîne, û got ku rêjîma Îranê û Rûsya nehiştine alîkariyên mirovî bigehên û karê karmendên hawarhatinê asteng kiriye.
Di daxuyaniya encûmena cîgirên Emerîkî de hat ko Rûsya bi belavkirina leşkerên xwe û dana mûşekên berevaniya asmanî S300 bo rêjîma Esed, sîwan da ser hizbulah û milîtanên Îranî yên mezhebperest.
Daxuyaniyê anî ziman ku Îran alîkariya rêjîmê kiriye û bêtir ji 3000 rawêjkarên leşkerî yên pasvanên şoreşger û rawêjkarên leşkerî û bêtir ji 20hezar şervan jê re şandine.
Daxuyaniyê got ku milîtanên mezhebperest yên ji îranê piştgiriya wan dibe, xelk dorpêç kirine, û herêmên niştecihan wêran kirine, û digel hêzên rêjîmê bera xelkê dane û ji hemû aliyên Sûriyê ew koçber kirine.
Encûmena cîgiran got ku giring e piştgiriya çareseriya siyasî li Sûriyê bibe, û nehêlin rêjîma Esed û Rûsya milîtanên Îranî û hizbulah asmanê Sûriyê bikar bînin bo sivîlan amanc bikin, û tekez kir ko divê girtî bêne berdan.
Encûmena cîgiran di daxuyaniya xwe de rêjîma Esed û Rûsya û Îran û hizbulah û milîtanên din ko ji îranê ve têne piştgirîkirin, tohmetbar kirin ku ew herdem piştgiriya tawankariyên cengê û tawankariyên lidijî mirovîniyê li Sûriyê dikin.
Jêder: ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî