Dora 400 endamên kongirêsê Emerîkî li ser daxuyaniyekê bo serokê Emerîkî Donald Trump imze kirin têde daxwaz jê kirine ko têwerdanê bike da çasreseriyekê bo rewşa Sûriyê bibîne û fişarê li ser Îran û Rûsya û milîtanên Hizbullah yên tirorist bêtir bike.
Yên imze kirine Rûsya bi cenga dijî miletê Sûrî tawanbar kirine, her weha ew hêzê bikar tîne bo serê rêjîmê Beşar Elesed ji sizayê biparêse
Cîgir û rûsipiyên imze kirine ji herdu partiyan in, ya komarî û demuqrat, wan daxwaz ji Trump kirine ko serpereştiya bizavên rawestandina gefên ewlehî yên li dijî berjewendiya Emerîka û hevalbendên wê li Sûriyê bike, û fişarê li ser Îran û Rûsya û hizbullaha tirorist bêtir bike.
Kongirêsê Emerîkî bi tevayiya dengan yasaya parastina sivîlan an yasaya ko bi navê Qeyser tê naskirin pesend kir, ew yasaya ko daxwaza sizayan li ser rêjîma Esed û hemû dewletên piştgiriya wê dikin feriz bike heta deh salên din.
Yasa rê dide serokê Emerîka ko sizayin nû bide ser çi kes an aliyê têkiliyê bi rêjîmê rebike an piştgiriya darayî jêre dike, ji wan jî dezgehên ewlehî û istixbaratan û banka navendî.
Hêzên rêjîmê û Rûsya operasiyoneke leşkerî birine ser gundewarê Idlib û Hemayê, û serokê desteya danûstandinên Sûrî Nesir Elherîrî dibîne ko amanc ji operasiyonê reva ji çareseriya siyasî ye, û bal kişand ser ko têwerdana Rûsya ji destpêka wê ve ji bo çareseriya leşkerî û hiştina rêjîmê ye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî- Acans