Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, duhî roja çarşemê li eywana qertajê li Tunisê, di kongirekî rojnamevanî de ligel serokê wî welatî Elbacî Qayid Elsibsî got: “gelo miletê Sûriyê raziye ku vî kesî di serokatiya desthilata Sûriyê de bibîne?”, û weha jî got: ” Ez bi rastî dibêjim Esed terorîst e û terora dewletê kiriye”.
Serokê Tirkiyê tekez kir ku “mana Esed di desthilatê de mehal e”, û pirsyar kir: ” çawa em dikarin li paşerojê temaşe bikin bi hebûna serokekî ku nêzîkî milyonek hemwelatiyên xwe kuştine?”.
Hevdem ku duhî du sivîl hatin kuştin ku yek ji wan zarok bû û hin kesên din birîndar bûn bi sedema êrîşeke firokên Rijêmê li ser gund û bajarokên Idlibê.
Û opozisona Sûrî ji aliyê xwe ve, rijêma Esed her ji adara 2o11’an ve berpirsyar dît li hember tiştên ku li Sûriyê bûne, her weha berpirsyaretiya Esed di ber kuştina bi sedhezarên sivîlan de li Sûriyê piştrast kir.
Û got ku bi destê Bişar Esed tawanên şer bi rêka bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyayî hatine bikaranîn, û tevî eşkencedana girtiyan heta mirinê û birçîkirina xelkê bi rêka dorpêçkirina çendîn navçeyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat