Balyozê Erebistana Si’ûdiyê li NY, Ebdulah bin Yihiya Elmu’elimî, tekez kir ku rijêma Esed bi kiryarên xwe yên terorîstî yên di derheqê gelê Sûriyê de dike, bû fakterê peydabûna rêxistinên terorîst wek herdu rêxistinên DAIŞ û Elnusra.
Duhî roja pêncşemê û di civîna encûmena asayîşê de ya ji bo gengeşekirina rêkarên rawestandina destêwerdana Îranê di karubarên navçeyê de, û gengeşekirina metirsiyên rêxistina DAIŞ û kêşeya Filistînê, Elmu’elimî dubare êrîşa kêmyayî ya rijêma Esed li ser bajarê Xan Şîxon li gundewarê Idibê û kuştin û birîndarbûna nêzîkî 500 kesî şermezar kir.
Elmu’elimî di dirêjiya axiftina xwe de got: “me alîgiriya êrîşên Amerîka kir bo lêdana baregehên Rijêmê, û em amade ne ku di her bizaveke navdewletî de ji bo jinavbirina rêxistinên terorîst beşdar bibin “, û bal kişand li ser wê yekê ku kiryarên Rijêmê bûn derfet bo belavbûna rêxistinên terorîstî mîna DAIŞ û Elnusra.
Herwiha balyozê Erebistana Si’ûdî got ku Îran bi piştgirîkirina milîsên mezhebperist radibe, û hewla kopîkirina Hizibulah dike li her cihekî, hevdem bal kişand ku hizibulaha terorîst bi dorpêçkirina mirovan li Sûriyê û binpêkirina rêkeftinên navdewletî radibe.
Ji aliyê xwe ve, balyoza Amerîka li encûmena asayîşê, Nîkî Haylî daxwaza giringiya derketina di rûyê riftarên Îran û hizibulah ên dijminkarî li navçeyê kir, û rêxerê navnetewî yê taybet li rojhilata navîn Nîkolayî Miladînof, diyar kir ku jinavbirina terorê bi rêka dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê dibe, û bal kişand li ser giringiya dadgehkirina encamderên êrîşên kêmyayî li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat