Navenda Çavdêriya Rojhilata Navîn ya Oropî “Euro-Mediterranean” ya Mafên Mirovan, duhî di daxuyaniyekê de, hişyarî da li ser berdewamiya rejîma Esad di diyarnekirina çarenivîsa 118 hezar welatiyên sivîl yên ji aliyê hêzên Esed bi awayekî bêserûber her ji destpêka şoreşa Sûriyê ji adara 2011’an ve hatine girtin.
Çavdêrîya mafên mirovan dît ku hêzên ewlekariyê yên rêjîmê berdewam in di veşartina nav û hejmara kesên ji aliyê hêzên ewlekariyê û istixbaratan hatine binçavkirin, ku goman li ser çarenûsa wan çêdibe, nemaze digel raportên tên derbarê kiryarên kuştinê yên di girtîgeh û navendên binçavkirinê de dibin.
Çavdêrîya “Euro-Mediterranean” di daxuyaniya xwe de got: ku hêzên rejîmê û herweha milîsên çekdar yên alîgirên rejîmê bi pêkanîna tawanên “binçavkirina keyfî” û “wendakirinê” li dijî alîgirên opozisyona li dijî rejîma Esed radibin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku kesên binçavkirî bêyî ti bingeheke yasayî, yan jî agahdarkirina xizmên wan têne veşartin û nayên dadgehkirin, berevajî hemû fermanên hatine di tekesta peymana navnetewî ya taybet bi mafên siyasî “ICCPR”, û tevlî biryarên navnetewî yên têkildar bi yasa mafên mirovan û hiqûqa navnetewî û yasa sizayên navnetewî.
Daxuyaniya çavdêrîya mafên mirovan di daxuyaniya xwe de bal kişand ku netenê welatiyên sûrî di girtîgehên rêjîmê de hatine binçavkirin, lê herwiha nêzî 1700 girtî ji penaberên Filistînî jî hene ji kampên li bajarên cuda yên Sûriyê, ku zêdetir 500 kes ji wan di bin îşkenceyê di girtîgehên organên ewlekarîyê û îstîxbaratan de di heft salên borî de hatine kuştin.
Berdevka Çavdêrîyê “Euro-Mediterranean”, Sarah Pritchett got: “Tevlî veşartina cih û hejmara girtiyan ji aliyê rejîmê ve, herwiha ew bi awayekî eşkere peymanên navnetewî wek mada (9) ya Peymana Mafên Medenî û Sîyasî yên mafên mirovan yên azadî û ewlehiya kesayetî de binpê dike”.
Pritchett got ku “Binpêkirinên mezin yên ji aliyê dezgehên ewlekariya rêjîmê dibin, berevajî madeya 9ê ye, ya Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan, ya ku cext dike li ser ne yasayîbûna girtina kesekî, yan binçavkirin û sirgûnkirina kêfî, û dît ku ev kiryar dibin tawanên dijemirov ku divê tawanbar bêne dadgehkirin, û fişarên navnetewî li ser rejîmê bêne sepandin ji bo neçarkirina rejîmê li ser diyarkirina çarenivîsa kesên li rex wê hatine binçavkirin “.
Çavdêrîya mafên mirovan bang li saziyên navnetewî, û bi taybetî li Netewên Yekbûyî kir, ji bo bi giranî fişaran li ser dewletên katêker li Sûriyê bisepîne, ji bo eşkerekirin û diyarkirina çarenivîsa bi deh-hezaran kesên sivîl ên hatine windakirin, û serbestberdana bi hezaran girtiyên di girtîgeh û navendên ewlekariya rêjîmê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê / Erebî 21