Balyozê Firensa li NY “Firnsiwa Dîlatir” hişyarî da ku Xûta Şamê ya rojhilat bibe Helebeke nû, wek amajepêkirinekê li ser tawanên şer yên li Helebê hatîn pêkanîn, û Rijêm bi berpirsyar dît li hember têkçûna baredoxên Xûtayê.
Dîlatir di miyanê civîneke awarte ya konseya ewlekariya navdewletî de ku li ser banga Firinsa ji bo gengeşekirina rewşa mirovî li Sûriyê hatibû lidar xistin, got ku “armanc ji vê civînê, ew ji bo tekez bibe ku niha li Sûriyê bobilata mirovî heye, ya ku rijêma Esed yekem berpirsyar wê ye”.
Dîlatir sê peyam pêşkêşî konseya ewlekariyê kirin û têde tirsa welatê xwe nîşan da li ser Xûta rojhilat ku bibe Helebeke din, li dema rewşa mirovî wisa berdewam be, û daxwaza rêzgirtina yasa mirovî ya navdewletî ji rijêma Esed kir û tekezî li ser giringiya nûkirina piroseya siyasî li Sûriyê kir.
Hêjayê gotinê ye ku ji aliyê komîteke navdewletî ya NY ve li demekî pêştir, hêzên Esed û milîsên hevalbendên wê bi tawanên şer li adara 2017’an gunehbar kir li dema pêkanîna oparesyonan li dijî Helebê û kontrolkirina taxên wê yên rojhilat yên bûne sedemê koçberkirina xelkê wê hevdem ligel pirotistokirineke navdewletî li wê demê.
Hêjayê gotinê ye ku bergiriya sivîla Sûrî kuştina 1337 sivîlan û ji wan 12 karmendên bergiriya sivîl di êrîşên hêzên Esed de yên li ser Xûta rojhilat li sala borî tekez kiribû, û li aliyekê din rêveberiya saxlemiya azad li Şamê û gundewarê wê kuştina 194 sivîlan û birîndarbûna 759 kesên din di nav de jin û zarok di êrîşên esmanî yên Rûsiya û topbarana Rijêmê de li destpêka vê salê dîkomînt kiribûn.
Herwiha tîmên bergiriya sivîl bangewazî daye civaka navdewletî , ji bo sivîlan bilez biparêze, û êrîşên dijwar li ser Xûta rojhilat ya dorpêçkirî rawestîne.
Û bergiriya sivîl bang li saziyên sivîl û mafnasiyê yên xwecihî û navdewletî kiriye, da destêwerdanê bikin ji bo rihakirina xûta rojhilat û bikaranîna fişaran li ser aliyên kartêker û rawestandina oparesyonên leşkerî li dijî sivîlan, û gihandina alîkariyên pêwîst û rakirina nesaxan bo wergirtina çareseriya pizîşkî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat