Nûnerên Firensî yê herdemî li dev Netewên Yekgirtî balyoz Firensiwa Dîlater tekez kir ko hêzên rêjîma Esed û milîtanên Îranî û firokên rûsî tawankariyên cengê li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê pêk tînin.
Di daxuyaniyên bo rojnamevanan berî derbasbûna hola Encûmena ewlehiyê bo beşdarbûna rûniştina derbarê Sûriyê Dîlater got: ‘’Xûta rojhelat bi sedema kirdeyên rêjîma Esed dê bibe goristan. ‘’ bêtir got ‘’wê tiştên xerabtir li Xûta rojhelat bibin ‘’
Her weha balyozê Ferensî di bersivdana rojnamevanan de derbarê karîna derkirina biryareke nû ji Encûmena ewlehiyê ji bo rawestandina şerî li Sûriyê tekez kir: ‘’em li vir in ji bo çawaniya cîbicîkirina tekûz ji biryara Encûmena ewlehiyê 2401, lê em xweşhal in bi çi fişarê li ser rêjîma Esed bikin. ‘’
Her weha yê bikarûbarê nûnerê Birîtanî li dev Netewên yekgirtî radibe Conatan Elîn di daxuyaniyên ji rojnamevanan re got: ‘’amanc ji lidarxistina civîna Encûmena ewlehiyê bikaranîna fişarê li ser Sûriyê û Rûsya ye ji bo şerê nuha rawestînin. ‘’
Elîn bêtir got: ‘’ divê em fişarê bidin ser rêjîma Esed û Rûsya ji bo şer rawestînin û emê evro li li gotina şandyarê navnetewî Stîvan Dî Mistora guhdarî bikin.‘’
Dîlater diyar kir ko amanca sereke ji lidarxistina civîna Encûmena ewlehiyê ya evro derbarê Sûriyê , cîbicîkirina tekûz û ya di cih de ji biryara Encûmena ewlehiyê 2401 ya ko daxwazê dike 30 rojan agirbest pêk were û yekser pevçûn li welat bi tevayî raweste.
Xûta rojhelat ya dorpêçkirî ji hêla hêzên Esed û milîtanên wê ketiye ber bombebaraneke tund ji hêla firokên Rûsya û yên rêjîma Esed, li Xûta li dora 400hezar sivîlî dijî, di encama şerî de bi sedan sivîl ji nav wan zarok û jin hatine kuştî û birîndar bûne. Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî/Acans