“Yekîtiya rêxistinên hawarhatinê û çavdêriya pizîşkî” yên kar li navçeyên rizgarkirî dikin, di serjimêriyekê de diyar kir ku li sala bûrî 107 nexweşxane ji aliyê firokên Rijêmê û Rûsiya rastî bombebarankirinê hatin, hevdem ligel “kêmiya mezin” ya çavdêrî û yarmetiya pizîşkî li welêt.
Rêxistinên hawarhatinê û çavdêriya pizîşkî di dawîtirîn raporta xwe de gotin ku sê ji her 4 nexweşxaneyan “demkî ” bûn, û ew avahî dema ava bibûn ne ji bo bibin nexweşxane hatibûn avakirin.
Raportê bal kişandibû ku Rijêm û hevalbendên xwe netenê mirovên aram di xaniyên wan de dikuje, lê herwiha wan kesên nexweş û birîndar yên di nexweşxaneyan de jî armanc dike, û ew nexweşxane li şûna bibin cihên çareserkirina birîndarên şer, wan dike gorên bikomel bi rêka êrîşên esmanî.
Raportê gotibû ku nexweşxaneyên neveguhêz hatine wêrankirin û yan jî ji kar ketine, û gotibû ku kesên bi armanckirina nexweşxaneyan radibin, bi xwe dizanin ku ew dever nexweşxaneyên demekî ne û bi mebest tên armanckirin.
Di raportê de hatiye ku netenê avahî tên wêrankirin lê herwiha pizîşk û peristyar û alavên pizîşkî jî tên bombebarankirin, ji bo zehemtkirina çareserkirina birîndaran.
Hêjayê gotinê ye ku rêxistina pizîşkên bêsînor, hêzên Rijêmê û Rûsiya bi bombebarankirina du nexweşxaneyan li bakur-rojhilatê Sûriyê di 15’ê reşemeha 2016an tometbar kiribûn, û ligor zanyariyên rêxistinê ku di heman rojê de û li piştî demjimêr 11’ê sibehê, nexweşxaneya giştî li Me’eret Elnu΄hman hat bombebarankirin û hêjî amara qurbaniyan nehatiye zanîn.
Ji aliyê xwe ve, wezareta saxlemiya hikûmeta demkî daxwaz ji civaka navdewletî û ji sercem rêxistinên mafên mirov kiribû ku bi erkên xwe yên dîrokî rabin li hember binpêkirin û tawanên dijmirov yên hêzên Rijêmê û hevalbendên xwe li dijî bêguheh û sivîlên Sûriyê pêk tînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalet