Malpera Forîn Afîrz gotareke rojnamevana binavûdeng Canîn Dî Ciyovanî belav kiriye, têde daxwazê ji civaka navdewletî dike ko nehêle piştgiriya Rûsya ji rêjîmê re berdewam bimîne, wek beşekî ji mijara danîna diblomasiyê nerwêcî Gîr Bîdirson wek şandyarê taybet ê nû bo Sûriyê li şûna Stîvan Dî Mistora.
Rojnamevanê got ku divê Beşar Elesed di paşeroja Sûriyê tune be, û dadweriya qonaxa veguhêz beşek ji çareseriya siyasî be, û hemû tawankarên cengê li Sûriyê bêne dadgehkirin.
Ciyovanî anî ziman ko şeş milyon Sûrî derbider bûne û pênc milyon ji welat derketine û li welatên din penaber dijîn, û 14 milyon ji 22 milyonên berî cengê hewcedarî alîkariyên mirovî ne.
Ciyovanî got ku kuştin û bombebaran digel binpêkirina mafên mirovan ji nav jî girtinên komelî û êşkence û zorbaziya sêksî û êrîşên li dijî sivîlan bi çekên kîmawî.
Ciyovanî dibîne ko çekê birçîkirinê yê ko li Sûriyê wekû alaveke cengê ji hêla rêjîmê bikar tê, ew pistirîn bikaranîn e di şeran de li gor şopandina wê ya sih salên bûrî.
Ciyovanî di gotara xwe de destnîşan kir ko zivistan vaye tê û penaber wê dîsa derdê wê bikişînin, bi taybetî li Xûta Şamê û bajarê Helebê û Idlibê, yên ko rêjîmê û Rûsya ew bi firokan bombebaran kirine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Elqud Elerebî