Tora Fox News ya Amerîkî, ji çend çavkaniyên îstîxbaratî yên rojavayî ragihand ku ji aliyê Îranê ve serbazgeheke nû li Sûriyê tê avakirin, bi armanca bicihkirina bi hezaran serbazên xwe, û da zanîn ku ev cara yekê ye ku bingehek weha ji aliyê artêşa Îranê li Sûriyê tê avakirin.
Tora Fox News got ku projeyê nehînî yê Îranê yê bi navê “komelgeha Imam Alî”, ji hêla rayedarên payebilind li Tehranê hatiye erêkirin, û ew piroje ji hêla mîlîsên “Hêza Quds” yên bi ser supaya Pasdarên Îranê ve ne tê avakirin.
Ji aliyê Tora medyayî ve bi taybetî, rastiya van agahiyan hat piştrastkirin, bi rêya bikaranîna kompaniyeke satelaytê ya sivîl, û bal kişand ku bi rêya wêneyên bi satelaytê hatine kişandin, bingeheke nû li ser sînorê Sûrî-Îraqê xuya dibe.
Li gorî şirovekarên kompaniya “Image Sat International” ISI, bi rêya diyarkirina wêneyên hatine kişandin ji satelaytê, avahiyên nû hene karin têde 5 mûşekên arastekirina hûrbîn bên veşartin, û girên axî yên mezin li derdora wan hene.
Torê bal kişand ser ku dîmenên hatine kişandin 10 depoyên din yên ji derve de parastî ne li rexê bakur-rojavayê bingehê hene, tevî çend avahiyên nû, û cihên bicihkirina mûşekan têne dîtin.
Şirovekarên kompaniya “Image Sat International” pêşbînî kirin ku avakirina vê serbazgehên dê di çend mehên bê de temam bibe, û dê serbazgeh di demek kurt de bikeve di bin kar de.
Herweha li gorî çend raportên meydanî, hatibû piştrastkirin ku çend binkeyên serbazî li Sûriyê ji hêla Îranê ve hatine avakirin, di nav de avahiyeke pêncqat li nêzîkî firokexaneya navdewletî ya Şamê, ku ji aliyê Îranê ve wekî zalgeheke leşkerî tê bikaranîn, ji bo rêvebirina komên çeteyan û milîsên mezhebî yên ku ligel rejîma Esed şer dikin li çend deveran li Sûriyê.
Herweha çend binkeyên leşkerî ji hêla pasdarên Îranê ve li çend deveran têne avakirin, di nav de binkeyek li nêzîkî navenda lêkolînên zanistî li Jamaraya li gundewarê Şamê, û bingehek leşkerî li devera Cebel A’zan li gundewarê başûrê Helebê, bingeheke leşkerî li balafirgeha leşkerî ya Sein, û binkeyeke serbazî ji hêla milîsên pasdaran ve li Qunêtra hatiye avakirin.
Rejîma Îranê hewil dide ku Sûriyê bo xwe wekî navendeke leşkerî û zalgehekê ji bo kontrolkirina herêmê bi giştî bikar bîne, bi rêya avakirina gelek binkeyên leşkerî li bajarên Sûriyê, tevî piştgiriya milîsên xwe yên hevkarên rejîma Esed di kuştina gelên Sûrî de, ku Tehran bi xurtî hewl dide ji bo bicihkirina binkeyan û bihêzkirina hejmongeriya xwe li ser serweriya welêt.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî / Elerebiye