Îro çarşembê Frensa tekez kir ku belgeh ketine destê wê de tekez dikin ko hêzên rêjîma Esed ew berpirsin di ber êrîşa kîmawî de ya li ser bajarokê Xan Şêxûn yê li gundewarê Idlibê, ya di 4ê vê nîsanê de çêbû û bêhtir ji 100 sivîlî tê de hatin kuştin.
Wezîrê derve yê Firensa Can Mark Êrolt, îro çarşembê li Parîsa paytext piştî civîna Encûmena berevaniyê di kongirekî rojnamevanî de got:”hin nimûne ketine destê Ewlekariya firensî de nîşan didin û tekez dikin ko hêzên bi ser rêjîma Esed ve gaza sarîn di êrîşê de bikar anîne.”
Êrolt li gora raporta şêweyê nehîniyê ji ser hatiye rakirin diyar kir ko”em ji jêderekî cihê baweriyê ye dizanin ku ew xaza sarîn ya ku di êrîşa li ser bajarokê Xan Şêxûn de hatiye bikaranîn ji cûreyekî ye wek yê çêkirina kargehên Sûriyê ye”
Berdewam kir ko “ev şêwe mohra rêjîmê ye û ew dihêle em berpirsiyarên êrîşê nas bikin. Em dizanin çimkî me hin nimûmeyên jibermayên êrîşên berê birine û me hevrûkirinek di navbera wan de çêkiriye. ”
Raporta ko di şeş rûpelan de hat û Royterz ew dîtiye got: ewlekariya firensî karîbû ko bigihê vê encamê li gora nimûneyên ji bermayên devera êrîşê û hinek xwîna qurbaniyekî. û ji nav heyberên ko di nimûneyan de derketine heybera Hiksamîn e, û ew nîşaneke xwiyayî ye ji Sarîn re ya ko fabrîkeyên Esed wê çêdikin.
Raportê got: “ewlekariya firensî guman dike ko fermana bikaranîna çekên kîmawî dernakeve eger ne ji Beşar Elesed be, an ji yek ji derdorên wî yên herî dest dirêj be.”
Êrolt got “ewlekariya firensî dizane ko firokên sîxoy 22 yên bi ser rêjîmê ve Xan Şêxûn 6 caran roja êrîşê bombebaran kirin”. Destnîşan kir “ku wana karîbûn firokên rêjîmê bibînin di dema avêtina gaza sarîn de”.
Raporta ewlekariya firensî li gora Êrolt tekez kir ko hebûna rêkxistina Daiş li Xan Şêxûn hîç nîn e.
Êrolt got: “em dikarin bêjin Sarîna di 4ê nîsanê de bikar hatiye, ew heman Sarîn e ya ko di êrîşa Seraqib de 29ê nîsana 2013ê bikar hatiye”.
Bêtir got: “rêjîmê pabendiyên xwe yên bi Netewên Yekbûyî re, der barê bikaranîna gaza sarîn, ev cara duyem e binpê dike, ji ber wilo jî em li benda helwesta rêkxistina navdewletî ne.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî/Acans