Dubare Amerîka û Firinsa gef li rijêma Esed bi “bersivdaneke zibr û sizayeke tund” xwarin li dema bikaranîna çekên kêmiyayî li sûriyê dupat bibe.
Koçka serokatiya Firinsa duhî roja înê, yekser piştî pêwendiyeke telefonî di navbera serok Îmanoyîl Makiron û serok Donald Turamp de daxuyaniyek da û têde hat ku herdu dewlet rêkeftin “li ser sizakirina rijêma Esed” li dema bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê dupat bibe, û tekez kir ku wê demê û bi hemahengiya herdu dewletan wê “bersiveke zibr” hebe.
Û roja yekşema borî û bi sedema bombebarankirina bajarokê “Elşîfoniyê” yê li Xûta Şamê ya rojhilat ji aliyê hêzên rijêma Esed ve bi çekên bi gaza kilora bi jehir, zarokekî jiyan xwe jidest da û 18 sivîlên din birîndar ketin, û herwiha ku serokê xwecihiya bajarokê navhatî bi sedema bombebaraneke din şehîd ket, yekser piştî rojekê ji standina biryara agirbesteke 30 rojî ji aliyê konseya ewlekariya navdewletî ve.
Herwiha wezîrê derve yê Birîtaniya Borîs Conson roja sêşema borî gef bi êrîşeke serbazî bi hemahengî bi Waşinton re li dijî rijêma Esed xwar li dema ku belge diyar bibin li ser bikaranîna çekên kêmiyayî ji aliyê Esed ve, û Conson ji êzgeha Birêtaniya re gotibû: “heger agahdarî li rex me peyda bibin û bikaranîna çekên kîmyayî hate dupatkirin, û eger pêşniyarek bi tevgerekê ku Birêtaniya karibe pê re sûdeyê pêşkêş bike hebe, ez bawer dikim ku emê bi cidî li ser wê yekê gengeşê bikin”.
Hevdem hin raportên rojnamevanî amaje bi wê yekê kirine ku “Rêxistina qedexekirina çekên kêmiyayî” li roja 25’ê reşmeha îsal lêkolînek derbarê êrîşeke vê dawiyê li ser Xûta rojhilat ya dorpêçkirî çêkiriye, ji bo destnîşankirina belgeyan li ser bikaranîna çekên qedexekirî.
Hevdem hin raportên din amaje bi hebûna kiryarên hevkariyeke kîmiyayî di navbera rijêma Esed û Kûrya Bakur de kirin, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê metirsiyê xwe li hember vê yekê nîşan dabû, û serokê têkiliyên derve ya Hevbendiya Niştimanî Ebdulehed Îstêfo gotibû ku ev yek “ne me tenê ditirsîne lê herwiha tevaya cîhanê ditirsîne”.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza raguhestina fayilê Sûrî bo dadgeha tawanên navdewletî kir, her weha daxwaza dadgehkirina Bişar Esed wek tawanbarekî şer ji ber tawanên li Sûriyê kirine, û ji wan tawanan bikaranîna çekên kêmiyayî li dijî sivîlan ku bi sedema wan bi hezarên zarokan hatin kuştin kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî