Li gorî ajansa “AFP” ya Fransayê, ku li roja çarşemê 13’ê reşemehê, kesek li Parîsê paytexta Fransayê ji aliyê polîsên wî welatî ve hate girtin bi gomana pêkanîna “Tawanên dijî mirovahiyê” di navbera salên 2011 û 2013’an de, dema ligel dezgehên ewlekariya Sûriyê dixebitî.
Ev yek hevdem hat ligel ragihandina dozgeriya giştî ya Almanyayê, li ser girtina du endamên ajansên îstîxbarata Sûrî li bajarên Berlin û Zweibrücken, ji ber beşdarbûna wan di kiryarên îşkenceyê yên derheqa girtiyan di girtîgehên rejîmê de.
Ajansa Rojnameya Ferensî “AFP”, behsa kordînasyona ewlekariyê di navbera Almanya û Fransa de derbarê kiryarên “tawanên şer” li Sûriyê kiriye, yekser piştî belavbûna 55 hezar wêneyên kesên binçavkirî yên bi îşkenceyê di girtîgehên rejîmê de hatibûn kuştin, ew wêneyên bi navê “weneyên Qeyser” hatibûn belavkirin û raya giştî ya cîhanê hejandibû.
Tê zanîn ku dozgeriya giştî ya Almanyayê, di meha gulana borî de, yekem yadeştnameya girtinê ya navnetewî li dijî kesayetiyên rêjîma Sûriyê belav kiribû, û di serî de navê serokê hêza îstîxbarata ezmanî, ceneral Cemil Hesen hatibû, piştî giliyan ji aliyê hin girtîyên berê li dijî wî.
Herwiha dadweriya Fransayê jî, yadeeşteke girtinê di mijdara borî de, li dijî sê efserên payebilind ên Esed derxistibû, ji wan: Alî Mamlûk, Serokê Buroya Ewlekariya Netewî ya Sûriyê, û Cemil Hesen, birêvebirê îstîxbarata sûrî ya esmanî, Abdul Selam Mehmûd, serokê lêpirsînê ya îstîxbarata ezmanî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê