Emîndarê gştî yê Netewên Yekbûyî , Antonyo Goteres, daxwaza rawestandina yekser ji djminkarya ku rijêm û Rûsiya li ser Idlib û gundewarê wê kir, û tekez kir ku di wan dijminkariyan de bidehan kes hatine kuştin û 80 hezar mirov derbider bûne.
Û ev zanyarî, barbanga îro sêşembê, di daxwiyaniya berdevkê fermî yê bi navê emîndarê giştî “Steven Dugarik” de hat.
Û emîndarê giştî yê NY, di daxwiyaniyê de, bêzariya xwe derbarê asta ku operersyona leşkerî ya rijêmê û Rûsiya gihiştiyê anî ziman, û bal kişand ser hatina raporên ku amaje dikin bi êrîşên li ser riyên reva sivîlan dema ber bi bakur de bo cihên aram diçin.
Û tekezî li ser giringiya garantiya gihiştina berdewam û hêmin û bêastengî ji alîkariyên mirovî re bo sivîlan kir, tevî riyên sînorî jî, û hiştina ku NY û hevparên wê karê xwe yê warê mirovî li Sûiyê berdewam bikin.
Û tekezî li ser tunebûna çareseriya laşkerî li Sûriyê kir, û got ku tekane çareseriya cihê baweriyê ew e, ya ku NY di riya prosesa siyasî re li gor biryara 2254(2015) birêve dibe.
Tê zanîn ku parêzgeha Idlibê ji berî heyvekê de rastî gurkirineke asîmanî ya tund ji hêla rijêmê û Rûsiya de tê, û piraniya êrîşan li ser bajarokên gundewarê başûr-rojhilatî Idlibê dibin, û paşre di rojên vê dawiyê de, helmeteke leşkerî li ser xakê ji bo kontrolkirina deverin nû li gundewaqrê Idlibê pêk tê.
Û Tora Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir ku wê kuştina 64 sivîlan li ser destê rijêma Esed û Rûsiya li Parêzgeha Idlibê ji dema gurkirina helmeta leşkerî de li ser deverê ji 15 kanûna pêşîn ta 22 heman heyvê belge kiriye, û amaje kir ku 16 zarok û 14 jin di nav qurbaniyan de hene.
Jêder: Ofîsa Raghandnê ya Hevbendiya NIştimanî ya Sûrî