Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Entonyo Gotûrîs doh pêncşembê di gotina xwe de ya li rûniştina vekirî ya Encûmena Ewlekariyê ya li ser parastina sivîlan di pevçûnên çekdarî de anî ziman ko kuştina 800 kesên di biwara bijîşkî de kar dikin ji destpêka şoreşê ve li Sûriyê sala 2011ê ve hatiye belgehkirin.
Gotîrîs doz li Encûmena Ewlekariyê kir ko êrîşên bargehên bijîşkî amanc dikin pirotesto bike, û yên ew tawan bi destê wan bûne li cîhanê siza bibin, emîndarê giştî got ji gava ko rêjîma Esed cenga xwe li ser miletê Sûrî ji 2011ê ve dest pê kiriye “bêtir ji 400 êrîşên li ser bargehên bijîşkî hatine belgehkirin”.
Rêjîma Esed û hevalbendên wê siyaseta bombebarankirina bargehên bijîşkî û cihên tendurustî bi awayekî rêbazkirî li herêmên rizgarkirî bikar tînin. û raportên mafnasiyê û yên navdewletî û ji nav wan jî ya herî xuya rêkxistina Hiyomen Rayits Wotş ev tişt tekez kirine, yên ko dibînin ew sedema herî mezin bû li pey nebûna guhdana tendiristî li birîndaran li herêmên rizgarkirî.
Gotîrîs destnîşan kir ko, giring e amancên leşkerî li nêv niştecihan an yên nêzîkî wan ava nebin, her weha çekên xwedî teqîn û bandora mezin li herêmên xelk tê de hebin neyêne bikaranîn
Gotîrîs got giring e hemû dewletên endam di Netewên Yekbûyî de peymanên navdewletî yên parastina sivîlan dikin pesend bikin, û giring e pabendiyên navdewletî di siyasetên niştimanî de cîbicî bibin.
Gotîrîs di gotoara xwe de daxwaz ji dewletên endam di Netewên Yekbûyî û têkildar di pevçûnan de kirk u siyaseteke cîbicîkirinê û karên piraktîk deynin ji bo bêtir rêz li yasaya navdewletî ya mirovî û yasaya navdewletî ya mafê mirovan bête girtin.
Her weha Gotîrîs got giring e pêrabûnin bo parastina birîndar û nexweşan û karmendên biwara bijîşkî bêne cîbicîkirin. Û pêrabûnin diyar û bilez bêne kirin ji bo hêsankirina gihandina alîkariyên mirovî bilez û bê astengî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans