Sikirtêrê giştî yê NY Entoniyo Gotîrîs tekezî li ser giringiya berdewamiya karê komîta lêkolînan ya NY derbarê tawanên li Sûriyê hatin pêkanîn kir, tevî jikarkêşana Karla Dîl Bontî endama herî xuya ya wê komîtê û pispora tawanên şer.
Sikirtêrê giştî cext li ser giringiya pêkanîna dadweriyê sebaret tawanên dijî sivîlan yên tên pêkanîn bi dirêjahiy zêdetir ji şeş salan kir, û herwiha amaje bi “piştgiriya xwe ya berdewam bo karê komîta navdewletî ” kir .
Hêjayê gotinê ye ku endama komîta navdewletî Karla Dîl Bontî daxwaznameya deskêşana xwe ji karê komîteyê pêşkêş kiribû bi sedema lawaziya piştgiriya siyasî ya ji aliyê encûmena asayîşa navdewletî li hember karê komîta lêkolînan ya navdewletî ya taybetmend bi lêkolînan li hember binpêkirin û tawanên ji aliyê hêzên Esed û milîsên wê hatin pêkanîn.
Û pêr roja yekşemê 6’ê tebaxê, lêkolîner Dîl Bontî ji ajansa dengubasan re bêzariya xwe xuya kiribû û gotibû: “li dema ku encûmena asayîşê tiştekî nake, wê hîç deshilatek nîne”, û gotibû “me hîç deshilat nîne û dadwerî di babeta Sûriyê de nîne”.
Hevdem Bontî gelek caran daxwaza pêkêşkirina Bişar Esed bo dadgehê kiribû, eger ew li ser desthilatê jî bimîne. Herwiha Bontî armanckirina karwanên alîkariyên mirovî ji aliyê firokên Rijêmê dîkomînt kiribû, û hestê xwe yê bêzariyê nîşan dabû li hember nekarîna dadgehkirina encamderên tawanên şer li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat