Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîs, êrîşên asmanî yên ko û deverên niştecihan ên sivîl û sûkan û navendên bijîşkî û yên xizmetgozerî li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê amanc dikin, bi tundî pirotesto kirin.
Gotrîs tekez kir ko giring e sivîl û jêrxan bêne parastin, ji wan jî bargehên bijîşkî, û got ku giring e dadpirsîn ligel wan bibe li ser binpêkirinên metirsîdar ko derheqê yasaya navdewletî û yasaya mirovî ya navdewletî kirine.
Gotrîs di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ko çarşema bûrî çendîn bargeh ketine ber bombebaranê, û bal kişand ser ko ji wan bargehan nexweşxaneyeke Meeret Elnuman, ya ku mezintirîn nexweşxane li herêmê ye, tev ko cihê nexweşxaneyê ji bo tevaya aliyên şer hatiye diyarkirin.
Li gora Berevaniya Sivîl, bi sedema bombebarana asmanî ya balafirên perwane yên rêjîmê û yên Rûsî, çendîn navendên tendiristî û yên xizmetgozerî bi tekûzî ji kar ketine, hem jî alav û avahî wêran bûne.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya dawî de tekez kir ko bi sedema operasiyonên leşkerî li herêmê, bi sedan sivîl ji nav wan zarok û jin hatine kuştin, û bi hezaran birîndar bûne, û destnîşan kir ko piraniya qurbaniyan sivîl in, bi sedema ko rêjîm û Rûsya navendên xizmetgozerî û bargehên bijîşkî û dibistan û perestgeh amanc kirine.
Her weha tîma bersivdana lezgîn derbiderbûna 93274 malbatan (606.272) kesan belgeh kiriye, ko ew jî li herêmên ji mertala ferat heta bi şaxa zeytûnê heta bigehê herêmên bakurê rojavayê Sûriyê belavkirî ne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ko bombebaranê rawestînin û sivîlan biparêzin, û daxwaz kir ko jidil tevgerê bike tako rêjîmê û hevalbendên wê bi peymana Idlibê pabend bikin, û agirbestê cîbicî bikin.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî