Hin lêkolînên Ewropî eşkere kirin ku rejîma Esed madeyên kîmawî yên qedexekirî yên ku di berhemdana çekên kîmawî yên qedexe de bikar tîne kirîne, û ji wan “Gaza Sarîn”, û hin kompanyayên Ewropî yên ku di warê anîna madeyên kîmyawî û pîşesaziyê de kar dikin alîkariya wê kirine.
Û kovara Belcîkî “Kinak” di lêkolîneke xwe de ku îro Çarşemê belav kiriye, diyar kir ku ew karwan bi dehan ton ji madeyên kîmawî yên qedexekirî bûn, ku di rêya hin kompanyayên Sûrî û Libnanî yên taybet re hatine kirîn, û destnîşan kir ku hin made ji bo berhemdana çekên kîmawî têne bikaranîn.
Kovarê got ku kompaniyên Sûrî û Libnanî , 24 kemyonên madeyên gaza Sarîn di dema di navbera Gulana 2014 û Çileya Pêşîn sala 2016an veguhestine, ew jî piştî kirîna wan ji hin kompaniyên Ewropî li Anvers li bakurê Belcîka ên ku kar di warê madeyên kîmawî de dikin.
Kovarê diyar kir ku kompaniyên Ewropî behneya firotina wan madeyan zelal kir, û da zanîn ku ev prosêseke normal a bazirganiyê ye ligel kompaniyên Sûrî û Libnanî yên ku karê berhemdana boyax û rengan û heyberên herikbar ên sarkirinê dikin.
Li gor kovarê îdareya gumrikê li Belcîka glînameyek di vê derbarê de li dadgeha tawankariyan li bajarê Anvers tomar kiriye, û dê di 25 Gulana bê de ev doz were vekirin.
Rejîma Esed çekên kîmawî yên qedexekirî li ser asta navdewletî zêdetirî 390 caran ji sala 2014an ve bikar aniye, ku di encamê de bi hezaran welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne,û ya herî dawî jî komkujiya Dûma bû ku di 7 Nîsanê de rû da, û têde nêzîkî 150 hevwelatî jiyana xwe jidest dan û zêdetir ji 1000 kesên din tûşî bînçikandinê bûne.
Û hejmarek cihên rejîma Esed li Şam, Humis û Hemayê bûne armanca êrîşên navdewletî û hatine bombebarankirin, ew baregehên ku rêjîmê sivîl ji wan bombebaran dikirin, û yên çekên kîmawî li wan dihatin çêkirin.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê