Nûnerê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka yê taybet bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey, cext kir ku Washington rijd e li ser biryara navdewletî ya 2254, û bal kişand ser ku piraniya civaka navnetewî ji ber kiryarên Beşar Esed li dijî mana wî ya li ser desthilatê ne.
Jeffrey got ku cîhana Erebî û Ewropa û Amerîkayê û saziyên navnetewî dibînin ku bicihkirina biryara navnetewî ya 2254 ya herî giring e, di heman demê de pirsyar kir gelo wê çawa Esed nîvê Sûriyê vegerîne û nîvê gel li dijî wî ne, û çawa dê Sûriyeyê ji nûve ava bike.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Frensayê duhî roja sêşemê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand, ku mana Beşar Esed li ser desthilatê ne tiştek rewa ye di dema ku çareseriya siyasî li Sûriyê peyda bibe.
Berdevka Wezareta Derve ya Frnsa, Agnes van Mall de, bal kişand ser ku pêkanîna aştiyê li Sûriyê û dabînkirina ewlehiyê û aramiyê li herêmê bi riya pêkanîna çareseriyeke siyasî, ligorî biryara 2254 ya Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî dibe.
Û De mall dît ku “damezrandina Komîsyona Makezagonê wê bibe fakter ji bo destpêkirina pêvajoya siyasî ya berfireh, û wê bibe sedema lidarxistina hilbijartinên azad û dadperwer di bin sîwana Netewên Yekbûyî de”.
Her weha Serokê Turkiyê Recep Tayyip Erdogan, li bajarê “Konya” di axaftinekê de di nava çalakiyên “Navenda kongiran” de got ku Beşar Esed hewl dide li ser posta xwe bimîne û hinek di vê yekê de alîkariya wî dikin, tevî berpirsiyariya wî li ser kuştina milyonek misilmanên vî welatî.
Hêjayî gotinê ye ku serokê Tirkiyê di çileyê pêşî ji sala 2017 de, serokê rejîmê Beşar Esed bi “terorîst” binav kiribû û gotibû ku “hewldanên ji bo aştiyê li Sûriyê pêk nayên ligel mana wî”.
Ev karvedanên navnetewî tên hevdem ligel hin hewldanên ji bo mana Beşar Esed, bi taybetî ji aliyê hin welatên erebî, ku Serokê Sûdanê Omar El-Başîr dest pê kiriye di dema serdana Şamê di 16’ê vê mehê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê