Komîta navdewletî ya xaça sor dema derbaskirina alîkariyên mirovî bo Xûta rojhelat li gundewarê Şamê bidûr xistin, bê ko demê destnîşan bikin, ji ber êrîşên leşkerî yên tund ji hêla hêzên rêjîmê û firokên Rûsî yên herêmê bombebaran dikin.
Encî Sidqî berdevka komîta navdewletî ya xaça sor got ku dema karwanê alîkariyên mirovî ya ko gerek pêncşembê derbasî Xûta bibana hat bidûrxistin, ji ber bajar ketiye ber bombebaraneke tund ji hêla hêzên rêjîmê , ko ev yek nahêle operasiyona dabeşkirina wan alîkariyan pêk bê , li gora ko acansa rojnamevaniya Firensî guhastiye.
Yokland Camkit berdevka komîta navdewletî îro pêncşemê tekez kir ko dema derbasbûna karwanên alîkariyên mirovî bo Xûta dorpêçkirî bidûr ket, bê ko demekê jê re destnîşan bike.
Gerek alîkariyên xwarin û bijîşkî ku wê pêdiviya 70 hezar kes ji 400hezarî li herêmê pêk bîne, li gora ko nivîsgeha karûbarê mirovî ya bi ser Netewên Yekgirtî ve ye ragehandiye.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa tekez kir ko nehêlana rêjîmê ji derbasbûna alîkariyan re, fişar e li ser niştecihan da xwe radestî wê bikin.
Bajar û bajarokên Xûta rojhelat berbanga vê sibehê ketine ber bombebaraneke tund têde gaza kilor ya jehrîn li bajarê Hemoriyê û Seqba bikar anîne, di encamê de dora 124 kesan ji nav wan jin û zarok ketine rewşa xendiqînê de.
Çalakvanan wêneyin belav kirine gotin ku ew ji operasiyona bombebarana asmanî ya bi bombeyên fosforî pêk anîne, hem jî kurtevîdyoyên li navendên bijîkî kişandine di wan de çareserkirina zarokên ketine rewşa xeniqînê belav kirine, Ji encama bombebarana hêzên rêjîmê li ser bajarê Dûma û herêmên derdor, û karwanê Netewên yekgirtî ji çend rojan ve berî ko barê xwe vala bike vegeriya û tenê 14 ji 46 kemyonan vala kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans