Saturday, 13 April 2019 16:15

Hişyariyeke Navnetewî ji Operasiyonên Gurkirina Leşkerî li Idlibê

Rawêjkara şandyarê Netewên Yekgirtî yê karûbarê mirovî bo Sûriyê Necat Ruşdî got ku operasiyonên gurbûna leşkerî li bakurê Sûriyê cihê nîgeraniyê ne, û tekez kir ko wan jiyana bi sedên sivîlan têk daye û bi hezaran malbat derbider kirine.

Ruşdî piştî civîna wê ya yekem ji gava ev post wergirtiye, digel tîma kar ya mirovî, duhî pêncşembê got : ‘’Ew gelekî nîgeran e ji çendîn raportên di heftî û rojên bûrî de yên derbarê gurkirina leşkerî li Idlib ji wan re hatine.‘’

Bal kişand ser ko 190 kes di operasiyonên bombebaranê de hatine kuştin û 106 hezar kes ji malên xwe ji encama zêdebûna pevçûnan reviyane.

Ruşdî bang li dabînkerên peymanê “Rûsya û Tirkiyê” kir ko şiyanên xwe berdewam bikin tako nehêlin bêtir tundûtûjî çêbibe û nehêlin êrîş li ser Idlibê bibe.

Rêkxistina lêbûrîna navdewletî tekez kiriye ko hêzên rêjîmê bi piştgiriya Rûsya û Îranê cihên niştecihan û bargehên zindîdar li Idlibê amanc kirine û hişyarî da ji dubarekirina sînaryoyê Helebê û Xûta rojhelat û Der’a.

Her weha tîma hevrêzkarên bersivdanê li bakurê Sûriyê di raporta xwe ya dawî de kuştina 244 sivîlan li Idlib, gundewarê Hema û Helebê serjimar kiriye, bi sedema bombebarana hêzên Esed li ser herêmê ji 2 sibata bûrî de.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko çi kirdeyên leşkerî ji hêla rêjîmê û Rûsya ve amanca wê astengkirina pêvajoya çareseriya siyasî ye. Û got ku hevalbendiya rêjîmê bizavê dike bo çi karê aramî û hêminiyê pêk bîne têk bibe, bi rêka bombebarana bi mebest.

Hevbendiya Niştimanî hemû binpêkirinên rêjîma Esed pirotesto kirin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko peymana Idlibê biparêzin û piştgiriya agirbestê bikin.

Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Siyasî Hişyariyeke Navnetewî ji Operasiyonên Gurkirina Leşkerî li Idlibê