Rîxistina “Human Rights Watch” bang li rejîma Esad kir ji bo bersiva pirsên derbarê mirina binçavkiriyên di girtîgehên xwe de bide, ew miriyên navên wan di lîsteyên li ser navendên nifûsê belavkirî de hatine , û tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna dadweriyê bi rêya sizadana berpirsên tawanbar kir.
“Human Rights” ji rêjîma Esed re got ku “Nabe bersiva mirinê tenê bi kaxezeke piçûk be”.
Lema Feqîh, Cîgira rêvebirê beşa Rojhilata Navîn di gotarekê de li ser malpera saziyê, bal kişand ku ji mafê malbatên wan e bizanibin çawa kesên wan mirine û termên wan vegerînin, û herwiha ji mafê wan e dadwerî bicî bibe, û rastiyê bizaninin û gunehbar ceza bibin.
Wê berpirsa mafên mirovan got ku xirabtirîn tişt ew e ku “Serederî ligel giyayê mirovan bibe, tenê wekî pelên mohrkirî bi mohra hikûmetê bi peyva (mirî)”.
Û bal kişand li ser astengiyên Rûsya û Çînê yên li pêşiya hewldanên Konseya Ewlekariyê danîne, dema raguhestina fayilê kirîza Sûriyê ji Dadgeha Ceza ya Navnetewî re ji bo lêpirsînê li ser tawanên şer û tawanên dijemirov bike.
Lema Feqîh got ku ev fayil dê vekirî bimînin, heta ku her bav û her dayîkek bizanibe çi bi serê kurên wan hatiye, û tawanbar bigihin sizayên xwe.
Û pirsî “Gelo wateya vê yekê çi ye? xelkê bi dirêjahiya salan bi hêvî dihêlin ku rojekê dê derî vebe ji bo kur yan mêrê wan were, û paşî bi riya nifûsê, bê rêzgirtin, bêjin ku kesê te ji beriya çend salan hatiye kuştin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê