Sara Liya Wîtson, rêvebera cêbicêkar ya Rêxistina “Human Rights Watch”- beşa Rojhilata navîn û bakurê Afrîka, got ku Rêxistina wê ew “yekem û takerêxistin bû ku belge belav kiribûn û têde netenê bikaranîna çekên kêmyayî li Xûta piştrast kuribû, lê herwiha berpirsyaretiya Rijêmê li ser wan êrîşan tekez kiribû ya têde bi sedên sivîlan bûne qurbanî”.
Wîston got ku ev bû sedema wê yekê heta rijêma Bişar neçar bû li ser amzekirina rêkeftina qedexekirina çekên kêmyayî, lê tevlî wesa jî Rijêm hêjî berdewam bomboyên kilorê yên qedexekirî bikar tîne.
Û Wîtson di simînareka xwe de li roja sêşemê li peymangeha Eldewha ya waneyên bilind got ku Rêxistin bi bêalibûnek tekûz bi arşîvkirina sercem binpêkirinên hatîn encamdan ji aliyê sercem aliyên hevrik rabûye, bê berçavkirina mebesta her aliyekî bi pêkanîna binpêkirinan li tevaya Sûriyê radibe.
Hêjayê gotinê ye ku Rêxistinê di heman mijarê de raportek di heftiya bûrî de belav kiribû û têde hatibû ku di êrîşên dawiya sala bûrî de yên ser bajarê Helebê, çekên kêmyayî ji aliyê milîsên Rijêmê li dijî taxên nişteciyan hatibûn bikaranîn.
Û di raportê de hatibû ku bombeyên gaza kilorê ji aliyê hilîkopterên Rijêmê bi kêmahî li ser 8 deveran di demên ciwayaz de hatin avêtin, û ev yek aşkera dike ku ew êrîş bi awayekî rêkupêk û pilankarî hatine pêkanîn, bi bikaranîna kuştinê û koçberkirina sivîlan bi armanca kontrolkirina bajêr.
Tê zanîn ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaza giringiya raguhestina wê raportê kiribû, ligel lêkolîn û raportên hevşêweyên din bo dadgeha tawanên navdewletî tevî raporta “qesabxaneya Seydnaya” ya li vê dawiyê ji aliyê Rêxistina Lêborîna Navdewletî derketiye, ji bo dadgehkirina berpirsyarên tawanên dijemirov û tawankariyên şer bête misogerkirin.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî daxwaza standina rêşûnên yasayî kiribû li ser binemayê heman mîkanîzma biyar li ser hatibû standin ji aliyê komela giştî ya NY li roja 21’ê çileya pêşîn 2016 an, û ya tekeziya encamdana lêkolîn û dûvçûnan û dadgehkirina encamderên tawanan li Sûriyê têde hatiye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştiman