Rêxistina “Human Rights Watch” raportek da û têde behsa derkirina bikom ya penaberên Sûrî ji aliyê şaredariyan ji Libnanê kiriye.
Rêxistinê di raporta xwe de ya binavê “xaniyên me ne ji bo biyaniyan e…şaredariyên Libnanê bihezarên penaberan bi neçarî derdixe” û bal kişandiye ku kiryarên derkirinê wek kiryarên “nijadperestî yên neyasayî” xuya dikin.
Û raportê behsa derkirina nêzîkî 500 penaberên Sûrî ji Libnanê ber bi bajarokê “Bêtcin” li başûrê Sûriyê li çarşema borî kiriye, bi rêka deshilatên Libnanê bê destêwerdana Komsyona bilind ya NY ya karubarên penaberan.
Human Rights Watch diyar kiriye ku 3.664 penaberên sûrî ji aliyê 13 şaredariyên Libnanê ve ji xaniyan hatine derkirin, û gotiye ku “dibe ev yek li ser regezname yan jî olê pêk hatibe”, hevdem ku 42 hezar penaberên din rastî heman metirsiya derkirinê tên.
Û raporta Human Rights Watch, nerastiya sedemên şaredarî li ser derkirina Sûriyan pêşkêş dike û neparastina mafên penaberan ji aliyê hikûmeta Libnanê bibelge kiriye, û ligor berpirsên NY ku kiryarên derkirinê ji sala 2016’an destpê kiriye heta çaryeka yekem ji sala 2018’an.
Û rêxistinê ew sedemên derkirinê yên têne gotin ji aliyê berpirsên Libnanê bi “behaneyên lawaz” dane zanîn, ku penaberên Sûriyê bi “rêznegirtina yasa niştecêbûnê” hatine gunehbarkirin, û Human Rights Watch gotiye ku ji aliyê şaredariyan bi tenê penaberên Sûrî, bê hemwelatiyên Libnanê yan yên her welatekî din hatine armanc kirin.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî di demekê pêştir de, ji NY daxwaza standina rêşûnên guncayî ligor yasayên navdewletî û tekistên biryarên navdewletî yên taybet bi penaberan li tevaya cîhanê ji bo parastina penaberên Sûrî yên li welatên cîran û bi taybetî yên li Libnanê kiribû.
Û Hevbendiyê her helwek ji bo behanedîtina ji gotara handana derkirin û qewtandinê û reftarên xirab û cudahiya dijî penaberên Sûrî li Libananê re red kiribû, û ev yek bi berovajî daxwazên siyaseta “xwe dûrkirina ji nakokiyan” dîtibû.
tê zanîn ku ligor serjimara dawiya sala 2017’an a komsyona NY ya karubarên penaberan, ev yekem car e her ji sala 2014’an de, hejmara penaberên Sûrî li Libnanê gihiştiye kêmtir ji milyonekî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî