Rêkxistina Humen Rights Watch ragehand ko rêjîma Esed nahêle derbider li malên xwe vegerin, û ev binpêkirinin nû yên rêjîmê ne derheqê sivîlan, û dibîne ko ew bi şêweyekî ne rewa dibin.
Rêkxistinê bal kişand ser ko rêjîma Esed û Rûsya dixwazin piştgiriya darayî ji bo dîsa-avakirinê ji hin cihan bînin, û li jêr perdeya yasaya parastina mafê mal û milkan , nehêle derbider li cihên xwe vegerin.
Lema Feqîh, cîgira birêveberiya beşê rojhelata navîn ya Humen Rights Watch, diyar kir ko derbiderên Dareya di adar û gulana bûrî de hewil dabûn vegerin lê nikarîbûn bigehên mal û milk û dikanên xwe, û got ku Rûsya û Rêjîma Esed daxwaz dikin ko xelk li cihên xwe vegerin ji bo piştgiriya darayî wergirin ji bo dîsa-avakirinê , û got: ‘’ Lê wek hercar, rastiya rêjîma Esed ya li ser xakê ne weha ye, desthelata Sûriyê li jêr yasaya parastina mafê xwedîtiyê ya kirêt, nahêle xelk vegerin.‘’
Û tekez kir ko rêjîma Esed yasaya hejmar 10, ya Nîsana sala 2018ê hatiye pesendkirin, delîve dike, û destê xwe tatîne ser milkên taybet, bêyî pêrabûnên yasayî , ko herêmên Sûriyê bi bikaranîna hemû coreyên çekan control kirine, û wê yekê hişt ko niştecihên wan bi kotekî koçber bibin.
Rêkxistina navdewletî got ku li gora wêneyên setelitan tê xuyakirin ko jêrxan bi bombebaran û êrîşên asmanî û pevçûnên bejî wêran bûne, û got ku “avahiyên hatine wêrankirin saxlem bûn, û dibe ku niştecih jî di wan de hebûn”. û tekez kir ko yasaya navdewletî wêrankirina bêserûber ya milkan û êrîşên bi mebest li dijî sivîlan û amancên sivîl qedexe dike.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê naveroka yasa 10 pirotesto kir, ya dibîne ku ew ji bo cîbicîkirina operasiyonên koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî ye, tev li metirsiyên wê yên guhertina bingeha civakî ya Sûrî, û dibîne ko ew xizmeta pirojeyê Îranî dike bo têwerdana herêma navîn ji Sûriyê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî