Nûnerê taybet yê Amerîka li Sûriyê, James Jeffrey, dît ku Îran yek ji sedemên peydabûna rêxistina çeteyên DAIŞê bû sala 2013, û dubare piştrast kir ku welatê wî kar ji bo derxistina çekdarên terrorist ên Îranê ji Sûriyê dike.
Jeffrey di daxuyaniyên xwe de yên bi rojnamevanan re li Wezareta Derve ya Amerîka tekez kir ku Washington ji bo destxistina milîsên Îranê ji Sûriyê û kêmkirina êrîşan heta peydakirina agirbesteke berfireh, û destpêkirina pêvajoya siyasî, û têkşiksndina çeteyên DAIŞ li Sûriyê kar dike.
Wî berpirsê fermî yê Amerîkî got ku rola Îranê di bihêzbûna pêgeha çeteyên DAIŞ de heye, û da zanîn ku kes nikare aştiyê pêk bîne di bin bandora niha ya Îranê de, û têkçûna domdar ya çeteyên DAIŞ bi giringiya derketina milîsên Îranê ji Sûriyê ve girêda.
Jeffrey bal kişand ku hebûna Îranê ne di berjewendiya tu kesî de ye, û hêviyên xwe anîn ziman ku Washington kar dike da vê baweriyê bi hemû aliyan bigehîne, û dît ku sizayên Amerîkayê li ser Îranê dê wê neçar bike li ser derketina ji Sûriyê.
Jeffrey di axaftina xwe de tekez kir ku pêkanîna aştiyê hewcedariya wê bi guhertineke bingehîn ya rejîmê heye, û careke din Washington daxwaz ji Moskovayê kir ku bi rola xwe rabe ji bo rejîma Esed dest bi proseya siyasî ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bike.
Jeffrey diyar kir ku ji bo avadankirina Sûryê ji aliyê Amerîka û dewletên rojavayê, hîç parapêdan nebe ji beriya pêvajoyek siyasî ya rasteqîn.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaz ji aktorên konseya Ewlekariyê kir ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin, li hember hevalbendiya di navbera Esed û rejîma Îranê de û ji bo bikaranîna zextên pêwîst ji bo bicihanîna biryarên Konseya Ewlekarîyê yên derbarê rawestandina kuştin û tawanan û serbestberdana girtiyan, û misogerkirina veguhestina siyasî li gorî daxuyaniya Cinêv û biryara 2254.
Hêjayê gotinê ku careke din sizayên nû ji aliyê Amerîka li ser rejîma Îranê hatin sepandin, piştî rakirina wan ligorî peymana atomî, ku sizayên nû hatin ji bo bisînorkirina kiryarên wê yên pirçekirin alîgirên wê li Rojhilata Navîn , û rawestandina bizavên wê yên li herêmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê