Komisyona lêpirsînê ya navdewletî ya serbixwe daxwaz ji rejîma Esed kir ku şiroveyan li ser sedemên mirina bihezarên girtiyan di girtîgehên xwe de bide, û cihê kelexên wan eşkere bike, û lêpirsîneke bilez li ser hemû tawanan encam bide.
Komîsyonê îro roja çarşemê, bi riya belavkirina bangewaziyeke li ser kaxezê li ser malpera fermî ya Netewên Yekbûyî, tekezî li ser pêwistiya wê yekê kiriye ku divê rejîm ” Cih û çarenivîsa kesên binçavkirî û bêserûşûn li seranserî welêt diyar bike”.
Komîteyê bal kişand ku ew bi riya vê bangewaziyê dixwaze ronahiyê bide ser bûyerên mirina bihezarên girtiyan di navendên binçavkirinê de, yên navên wan di nava lîsteyên mirinê de hatine, û ji aliyê dezgehên rejîmê bo navendên nifûsê hatibûn pêşkêşkirin.
Serokê Komîsyonê Paulo Pinheiro da zanîn ku tişta qewimî “Tişteke çavrênekirî bû”, û bal kişand ser ku divê rejîm barê eşkerekirina sedeman hilgire, û tekez kir ku “divê lêpirsîneke serbixwe bête pêkanîn derbarê hemû mirinên di girtîgehan de dibin, û divê encam bi eşkereyî bêne ragihandin”.
Komîsyonê daxwaz ji rejîma Esed kir ku divê li ser rastiyên çawaniya mirina girtiyan di girtîgehan de mikur were, û gorên qurbaniyan eşkere bike, û divê lêpirsîneke bilez û zelal û serbixwe bête pêkanîn di derbarê hemû bûyeraên mirina di girtîgehan de, û bûyerên mirinê yên derveyî çarçoveya dadweriyê.
Tê zanîn ku Rêxistina “Human Rights Watch” daxwaza pêkêşkirina bersivan derbarê çawaniya mirina girtiyan di girtîgehan de ji rêjîma Esed kiribû, û guman xistibû li ser gotara rejîmê ya li ser mirina wan bi “kirîza dil”.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ji aliyê xwe ve daxwa pêkanîna lêkolînê derbarê tawanên şer yên di girtîgehên Esed de ji civaka navnetewî kiribû, û tevlî daxwaza radestkirina tawanbaran bo dadgeha tawanên navnetewî .
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê