Komîta Netewên Yekbûyî ya bo karûbarê zarokan, daxwaz kir ko berpirsiyarên di ber kirdeyên şermezarkirî di derheqê zarokên Sûriyê de bêne sizakirin. Komîtê destnîşan kir ko nêzîkî 2,4 milyon zarok derbider bûne, û 2,8 milyon zarok li herêmên nikarin bigihên wan hene, hem jî 280 hezar li cihên dorpêçkirî hene.
Serokê komîtê Binyamîn Dawît Mîzmor got ku zarokên Sûriyê dîsa derdê êrîşên hovane dikşînin, Mîzmor got ku sala 2016ê pîstirîn sal bû ji zarokên Sûriyê re, têde hejmara yên ziyan li wan bûye bi sedema cengê 6 milyon in, ji ber cenga ko rêjîma Esed li dijî miletê Sûrî ji şeş salan ve dike, hin jê hatine kuştin an jî kêmendam bûnbûne, û beşek din destdirêjiya seksî li wan bûye, her weha gelek ji wan derûniya wan têkçûye.
Serokê komîtê got ku giring e dewletên di peymana mafên zarokan de alî ne, û ji nav wan jî Sûriya, bi peymanê pabend bin û nehêlin ku binpêkirinên yasaya mirovî ya navdewletî û yasaya mafên mirovan bibe.
Mîzmor ji hemû aliyan re got ku gerek hemû alî di van kirdeyên nebaş de vekolînê bikin û tawankaran dadgeh bikin, û piştgiriya tekûz ji Şanda Naskirina Rastiyan re ya bi ser Rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ve û şêweyê vekolîna hevbeş ya serbixwe, û komîta Encûmena Mafên Mirovan ya ji bo Sûriyê pêşkêş bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans