Komîteke bi ser Netewên Yekgirtî ve aşkere kir ko hêzên rêjîma Esed bêtir ji milyonek sivîl ji destpêka îsal de koçber kirine, û destnîşan kir ko rêjîmê di heman çaxê de sê caran çekên kîmawî li deverên corbicor bikar anîne.
Di raporteke xwe de duhî çarşembê komîtê tekez kir ko “Di nîveka pêşî ji îsal de, koçkirin li Sûriyê giha asta herî bilind, eger bê pîvan bi heft salên bûrî re”, û diyar kir ko “tawankariyên cengê û talankirin û zêdegaviyên bêserûber çêbûne, û çekên qedexe ji hêla hêzên rêjîmê ve li piraniya parêzgehên koçberî li wan çêbûye bikar hatine”.
Komîta ko bargeha wê li Cinêvê ye destnîşan kir ko “Bi hezaran sivîlên derbider derdê aloziya pirbûna xelkê û tengbûna cih û kêmbûna dahatan dikêşin, û hêj gelek ji wan bi şêweyekî nerewa ji hêla hêzên rêjîmê ve binçavkirî ne. “
Endama komîta vekolînê Karîn Ebû Zêd got: “Bi dehên hezaran kes di bin navên lihevkirinan de derbider û perîşan bûne” ya ko Hevbendiya niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê dibîne ku “ ew peyman bi kotekî hatine imzekirin”.
Komîtê di raporta xwe de diyar kir ko “Di navbera heyva çilê paşî û ya cehzeranê de şeş êrîşên sereke hiştin ko rewşa derbideriya hindirîn li parêzgeha Helebê, bakurê Hums, Şam û gundewarê wê û Dera û Idlib bi xurtî çêbibe, û koçberan di rewşeke dijwar de dev ji malên xwe berdan.‘’
Hevbendiya Niştimanî dibîne ko bombebarana hêzên Rûsya û yên rêjîmê dikin, tekez dike ku istiratîciyek vê hevpeymanê heye bo niştecihan koçber bikin û bajaran wêran bikin. Û Hevbendî dibîne ko rêjîm û hevalbendên xwe dixwazin heman tiştê li Xûta Şamê û Dera kirin li Idlibê jî bikin.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide ji çêbûna pirosêseke koçberiyê li bakurê Sûriyê, ya ku wê di encamê de guherîneke dîmugrafî pêk were, ji ber ku “Idlibeke din nîn e ko Sûrî xwe lê bigirin‘’, û bal kişand ser ko çi operasiyoneke koçkirinê dê bobelateke mirovî ya bêwêne li pey xwe çêbike, ji ber ko sê milyon mirov li Idlib û gundewarê wê dijîn.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî