Yekîtiya Ewropî anî ziman ko di herdu rojên dahatî de dê Biroksil paytexta Belcîkayê kongirekî navdewletî bo piştgiriya paşeroja Sûriyê lidar bixe, ji bo aramî lê dabîn bibe. Ev kar li ser daxwazin navdewletî hat, bo dîsa pirosêsa siyasî li Cinêvê kartêker bibe û veguhastina siyasî ya tekûz misoger bibe.
Di belavoka ragehandinê ya Yekîtiya Ewropî de hat ko wê li dora 85 dewlet û rêkxistinan li ser asta wezaretan beşdar bibin ji bo hemû warên sereke yên kêşeya Sûriyê gengeşe bikin, çi siyasî be yan mirovî û herêmî be.
Belavokê anî ziman ko amanc ji kongir ew e berdewamkirina beşdarbûna civaka navdewletî di pêşkêşkirina alîkariyan de ji miletê Sûrî re û her weha ji civakên ko mêvandariya penaberên Sûrî kirine re, û rewşa siyasî ya heyî li Sûriyê gotûbêj bikin.
Li gora belavokê , Yekîtiya Ewropî dibîne çareseriya siyasî tenê dikare aramiya herdemî li Sûriyê dabîn bike. Û piştgiriya xwe ji karê şandyarê navdewletî û pirosêsa siyasî re ya ko Netewên Yekbûyî li Cinêvê birêve dibe tekez kir.
Dewletin rojavayî hefteya borî dîsa daxwaz kirin ko pirosêsa siyasî li Sûriyê pêk were, ya ko rêjîmê ew rawestand dema red kir ko tiştê di biryarên navdewletî de hatine pêk were, wek agirbestê û başkirina rewşa mirovî, û damezirandina desteyeke desthilatdar ya veguhêz bi hemû karûbarên cîbicîkirinê ji wan jî karûbarê serokê komarê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekezî kir li ser destpêkirina pirosêsa veguhastina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarên encûmena ewlehiyê 2118 û 2254 bi çavdêriya Netewên Yekbûyî.
Û tekez kir ko goring e yên ko tawankariyên cengê kirine têkevin ber dadpirsînê û di serî de Beşar Elesed û zilamên wî yên ko berpirs in di ber pêkanîna kirêttirîn zordariyan derheqê sivîlan de ji kuştin û stemkarî û tawankariyên din wek birçîkirin û girtinê.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî