Konseya Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî, Roja Înê, biryarek derxist û têde hemû binpêkirinên mafên mirovan û yasa navnetewî li Sûriyê, bi taybetî binpêkirinên rejîma Beşar Esed û mîlîsên mezhebî yên hevkar ligel wî di kuştina gelê Sûriyê de, bi taybetî milîsên Hizbullah, şermezar kirin.
Encûmenê nîgeraniya xwe nişan da li hember destêwerdana milîsên mezhebî, yên ku rewşa Sûriyê ya xirab û têkçûyî xerbtir dikin, û bandora wê li ser Sûriyê û herêmê bi tevayî heye.
Û biryarê bikaranîna cebilxaneya qedexekirî, ji aliyê Esed li dijî xelkên sivîl û bikaranîna çekên giran û bermîlên teqîner, û bikaranîna dorpêçkirin û birçîkirinê li dijî sivîlên bêçek wek rêbazeke şer, şermezar kirin.
Û biryarê nîgeraniya xwe nîşan da derbarê encamên komîteya lêpirsînê derbarê tawanên rijêmê û milîsan yên her ji dema destpêka şoreşa Sûriyê ji sala 2011’an ve, li dijî jin û keç û mêr û zarokan destdirêjiya siksî ya bi awayekî sîstematîk bikar tînin.
Herwiha biryarê bêserûşûnkirina bi zorê, û binçavkirin û îşkence ya ji aliyê rijêmê û di nav wan de tawanên ku behsa wan di raporê de hatine ziman her ji çileya 2014’an ve şermezar kirin.
Encûmenê di biryara xwe de, encamên komîteya lêpirsîna navnetewî û piştgiriya bizavên lêpirsînê yên di paşerojê de, li ser karê wê ji bo komkirina tawanên li Sûriyê her ji adara 2011’an ve, û destnîşankirina rastiya misogerkirina lêpirsînê û dadgehkirina tawankarên şer û dijemirov li Sûriyê, bilind nirxandin .
Biryara Konseya NY’ê daxwaz ji rejîma Beşar Esed kir ku alîkar be bi Komîteyê re û bihêlin endamên wê bê merc û astengî derbasî tevaya Sûriyê bibin û karê xwe bikin.
Biryarê bang li sazîyên navnetewî kir ji bo xwegihandina hemû girtî û girtîgehan, û rê bidin xizmetên tenduristî ji bo girtiyan û pêşkêşkirina agahiyan ji malbatên wan re, û serbestberdana girtiyan û dadgehkirina kesên ew tewankarî kirine.
Jêder: Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê