Saturday, 07 September 2019 22:18

Kovareke Rojavayî Tekez Dike ku Mana Esed Dê Sûriyê Bike “Jêdera Jehrê”

Kovara Economist di rûpelê pêşî de li ser rewşa Sûriyê axivî, li jêr navnîşana ‘’ serkeftina Esed ya vala ‘’ û destnîşan kir ko eger Esed bimîne dê Sûriyê “jêdera jehrê be.

Kovarê destnîşan kir li ser mîratê zordariyê yê ko li rex rêjîma Esed heye, kovarê got ku rêjîmê sala 2011 bi sedan cihadî ji zindanê berdane, ji bo navê şoreşê xerab bike, niha jî rjîm wan digel nexweşxane û sivîlan bombebaran dike, operasiyon zû bidawî nabe û dê xwîndar be.

Kovarê anî ziman ko rêjîma Esed xerabî bi ser Sûriyê de anî, xelkên wê derbider û perîşan kirin, abûrî wêran kir û nîvmilyon Sûrî hatin kuştin, û hêj çi li bal Esed nîn e ko ji bo miletê Sûrî pêşkêş bike, û dê welatê wî lawaz û parçeparçe bimîne û dê ceng bandora xwe li ser paşsînorên welatê wî jî bihêle.

Rojnameyê li ser zordariya pêmayî ya li bal rêjîma Esed got: ‘’ Zordariya Esed yê ko bavê wî Hafiz desthilatdariya xwe di rêya polîsên nihênî re parast, û kuştin kir, lê kurê wî dike ko desthilatdariyê ji dest bide , bêtir ji 14 hezar kes di tora rêjîmê de di zindanên nihênî de bi êşkenceyê kuştine.‘’

Kovarê got: ‘’Awayên Esed yên sert hişt ko pareke mezin ji miletê wî bi tehliya piştguhkirinê hest bibe, û zindanên wî kesên tundrew afirandine û ji bo rêkxistina Elqaîde û rêkxistina dewletê ew cihin baş in, wek ko Emrîka dibêje dîsa xwe rêkxistin kiriye. ‘’

Rojnameya ko Human Rights Watch derdixe, wek rêkxistineke ne ji desthilatê, got: ‘’Hêj bêtir ji 128hezar girtî di zindanên rêjîma Esed de hene, û dibe piraniya wan hatibin kuştin û dibe jî ceng nêzîkî li dawiya xwe dike, lê hêj dardakirin ranewestiyaye, her Sûriyekî mirovekî xwe di cengê de winda kiriye, şirovekarên derûnî bi reşbînî li ser têkçûna civakê dipeyivin. ‘’

Econominist got ku dewletên rojavayî di tevgerê de têkçûn, gava ko karibûn di destpêka şoreşa Sûriyê de tiştekî bikin, û got ku nûavakirin sûdeyê li rêjîmê û amîrên cengê û biyaniyan dike, û got ku gerek Îran û Rûsya Fatorê bidin.

Kovarê di dawiya rûpela xwe de daxwaz ji dewletên rojavayî kir ko alîkariyeke mirovînî ji bo derdê Sûriyan kom bibe û pêşkêş bikin, û gef û tolhildanên rêjîmê rawestînin, eger bi kirdeyên kirêt wek bikaranîna çekên kîmawî rabe.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî /Erebî 21

Home Nûçe Nûçeyên Siyasî Kovareke Rojavayî Tekez Dike ku Mana Esed Dê Sûriyê Bike “Jêdera Jehrê”