Dubare Kuwêt û Siwêd pabendiya xwe bi berdewamiya dûvçûna bicihkirina biryara navnetewî 2401 ya derbarê agirbestê li tevaya Sûriyê û gihandina alîkariyên mirovî piştrast kir, hevdem ku rijêma Esed û hevalbendên xwe berdewam in li ser pabendnebûn û binpêkirina biryara navnetewî.
Nûnerê kuwêt ê hertimî li NY, Mensûr El’itêbî di gotara xwe de got: “em îro dicivin ji bo şermezarkirina bicihnekirina biryara agirbestê ya 2401, piştî borîna heyvekê li ser standina wê li konseya ewlekariyê bi tevaya dengan ji bo agirbesteke 30 rojî ku têde daxwaza rawestandina hemî kiryarên şer û pevçûnan ji hemî aliyan hatibû kirin “.
El’itêbî tekezî li ser giringiya rawestandina tundutîjiyê û berdewamiya gihandina alîkariyên mirovî û pizîşkî bi riya karwanên heftiyane û veguhestina nexweş û birîndaran û parastina sivîl û nexweşxaneyan û bidawîkirina dorpêçkirinê kir.
El’itêbî cext kir ku divê “em berdewam bin li ser hewlên gerantîkirina cêbicêkirina agirbestê li tevaya Sûriyê”, û tekez kir ku biryar heta piştî heyvekê ji standina wê bikêr tê.
El’itêbî dilxwestina xwe anî ziman ku sikirtariya giştî ya NY berdewam bimîne li ser pêşkêşkirina raportan derbarê cêbicêkirina biryara 2401 bi riya şopandina heyvane wek ku di tekesta biryarê de hatiye.
Nûnerê Kuwêt nîgeraniya xwe nîşan da bi taybetî li hember êrîşa leşkerî ya berdewam ji aliyê rijêma Esed li ser Xûta rojhilat û tevlî êrîşên wê yên esmanî li ser Der’a û Idlibê.
El’itêbî bal kişand li ser giringiya berdewamiya derbasbûna karwanên alîkariyên mirovî bo xelkên mayîn li Xûta rojhilat, bi awayekî heftiyane wek ku di tekesta biryara 2401’an de hatiye û ligor texmînên NY tevlî pêdawîstiyên pizîşkî û dabînkirina derbaskirina karmendên NY.
El’itêbî daxwaza bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ji girtin û binçavkirin û leşkeriya neçarî kir, û da zanîn ku parastina sivîlan kulek e li rex tevaya xelkê Xûtayê, yên têde mane û yên jê derketine jî.
Hêjayî gotinê ye ku NY li roja duşemê daxwaza rêzgirtina yasa mirov ya navdewletî û dabînkirina parastina sivîlên dorpêçkirî li bajarokê Dûma yê ser bi gundewarê Şamê ve ji rijêma Esed kiribû, hevdem ku piraniya xelkên Xûta rojhilat di mezintirîn kiryara koçberkirina neçarî û guhertina demografî ji aliyê Rijêmê û Rûsiya de ne, ku li ser koçberbûna ji malên xwe hatine neçarkirin.
Herwiha sikirtêrê giştî yê NY, Antonio Guterres, roja sêşembê cext li ser giringiya raguhestina fayilê Sûriyê bo dadgehên tawanên navdewletî û dadgehkirina tawanbarên şer yên li Sûriyê kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî