Rêkxistina lêbûrîna navdewletî dibîne ko bîrdozên dadweriya firensî bo girtina berpirsiyarên mezin yên rêjîma Esed ‘’Pêngaveke giring e bo misogerkirina dadweriyê‘’, û daxwaz ji civaka navdewletî kir bo biryarên wek wê bistîne da tawankar ji sizayan rizgar nebin.
Ana Nîstat, birêvebera beşê lêkolînan yê rêkxistina lêbûrîna navdewletî got: “bîrdozên girtinê yên derheqê Efserên mezin ji nav wan jî şêwirdarê Beşar Elesed; pêngaveke giring e ber bi misogerkirina dadweriyê, ji ber bi hezaran qurbanî bi destê wan çûne”.
Û bal kişand ser ku ‘’giring e hemû dewlet hevkariyê bikin tako dadwerî bo qurbaniyan pêk were û dabîn bibe ‘’, ko hêj tawankariyên cengê û yên li dijî mirovîniyê dibin, bê ko kes siza bibe, û got ku ev tev li ‘’Bikaranîna desthilata dadweriya cîhanî û yên wek wê ji şêweyên desthilatan, bo vekolînê derbarê kesên guman li ser wan heye ko kirdeyên tawankarî kirine bikin, û giring e li dadgehên van dewletan bêne dadgehkirin. ‘’
Û berdewam kir û got: ‘’divê welatên civaka navdewletî mîna Firensa bikin, û pêngavên ko vê rewşê bidawî bîne bavêjin, da yên tawankarî li Sûriyê kirine ji sizayê rizgar nebin, û dadpirsînê bi hemû aliyan re bikin. ‘’
Lêbûrîna navdewletî daxwaz ji serpereştên cîhanê kir ko fişarê bikar bînin, tako rewşa Sûriyê ber bi Dadgeha Tawankariyên Navdewletî ve bibin, di rêya Encûmena Ewlehiyê re, û hevkariya tekûz bi Mîkanîzma Navdewletî ya Bêlayen û Serbixwe re, bo alîkariyê di vekolîna tawankariyan de yên ko dikevin ber yasaya navdewletî de li Sûriyê bikin, û tewankarên wan dadgeh bikin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa, daxwaz ji civaka navdewletî kir bo bizavê bêtir bike bo yên tawankarî li Sûriyê kirine dadpirsîn bi wan re bibe, û dibîne ko ew gavek bingehîn e ji bo çareseriya siyasî ya rastîn.
Tête destnîşankirin ko simbolên rêjîma Esed yên bîrdoz derheqê wan derketine ev in: Lîwa Elî Memlûk fermanberê ewlehiya netewî, Cemîl Elhesen fermanberê birêveberiya ewlehiya asmanî û Ebdulselam Mehmûd serokê şaxê vekolînê yê ewlehiya asmanî.
Berê dadweriya firensî bîrdozek girtina simbolên rêjîma Esed sala 2016ê derxistibû, wek encamekê ji giliyê Obeyda Debax re, yê birayê wî Mazin Debax û kurê wî Patrîk Ebdulqadir Debax sala 2013ê hatibûn girtin, û ew regeznameya firensî û sûrî bi wan re heye, û di heyva çêriya duyem de sala 2013ê li Şamê hatin veşartin, û di pey re nûçeya mirina wan hat ragehandin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî