Li jêr navnîşana‘’Bilive‘’ rêkxistina lêbûrîna navdewletî kampaniyek bi amanca aşkerekirina çarenivîsa girtî û veşariyên kotekî di zindanên rêjîmê de dest pê kiriye, piştî derketina lîsteyên navên bi hezaran qurbaniyên ko bi êşkenceyê hatine kuştin.
Amanca kampaniyê, ya ko rêkxistinê di malpera xwe ya fermî de ragehandiye, handana Rûsya û dewletên kartêker li Sûriyê ye, da fişarê bidin ser rêjîmê bo nav û cihê girtiyên mayî aşkere bike.
Rêkxistinê bal kişand ser hebûna bêtir ji 75hezar kesên hatine girtin û bi kotekî hatine veşartin li Sûriyê, û dibîne ko rêjîma Esed berpirsa piraniya wan bûyeran e, û herweha got ku bêtir ji 15hezar kes bi êşkenceyê hatine kuştin.
Li gora daxuyaniya rêkxistinê, bi dehhezaran sivîl û çalakvan û karmendên biwara alîkariyên mirovî bikotekî hatine veşartin an bê yase hatine girtin, û tekez kir ko ew bi amanca ‘’ tirsê têkin nav sivîlan û wan bi tevayî siza bikin.‘’ û got ku ew binpêkirineke diyar e ji yasaya navdewletî re, û dibe bigehê asta tawankariyên cengê.
Toreya Sûrî ya mafên mirovan girtina bêtir ji 118 hezar girtiyên Sûrî bi nav belgeh kiriye, 88% ji wan di zindanên rêjîma Esed de ne, lê tête texmînkirin ko hejmara rastî bêtir ji 215hezaran e.
Rêkxistinê daxwaz ji civaka navdewletî kir ko tevgerê bike bo piştgiriya malbatên girtî û veşartiyan bike, û got: ‘’Em doza pêkanîna fişaran li ser desthilata Sûrî li we dikin, bo cih anjî çarenivîsa kesên veşartî aşkere bike.’’
Jêder : Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî