Rêkxistina Lêbûrîna navdewletî duhî sêşembê anî ziman ko sersariya tirsank ji aliyê civaka navdewletî ve derbarê binpêkirinên mafên mirovan li rojhelata navîn, hişt ko desthilatên herêmê binpêkirinên mezin derheqê hevwelatiyên xwe de bikin.
Rêkxistina navdewletî tekez kir ko rêjîma Beşar Elesed di pêkanîna tawankariyên cengê de berdewam e, û alîkariyên Rûsya û Çînê delîve dibîne ji bo lêpirsîn derbarê tawankariyên wê çênebin, wek amajepêkirina bikaranîna mafê redkirinê (Vîto) li hindirê encûmena ewlehiyê bo nehêlana derketina çi biryarê bo lêpirsîna ligel ên tawankarî kirine.
Rêkxistina navdewletî got ku nebûna fişarên navdewletî hiştiye yên tawankarî û binpêkirina mafên mirovan kirine ji sizayan rizgar bibin.
Birêvebera nivîsgeha herêmê ya rojhelata navîn û bakurê Efrîka Hiba Mirayif, di kongirekî rojnamevanî de li Beyrûtê paytexta Libnanê got: ‘’Sala 2018ê kampeniyine têkbirinê yên mezin derheqê opozisyonê û rêkxistinên civaka sivîl pêk hatine, û piraniya wan bi piştgiriyeke nediyar ji hevalbendine xurt dibûn. ‘’
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê destdirêjiya rêjîma Beşar Elesed di pêkanîna tawankariyên cengê yên mezin li Sûriyê, û kuştina bêtir ji nîvmilyon mirovî bi bikaranîna çekên normal û yên qedexekirî, û ravandin û girtina bi dehhezaran kes, da ser milê civaka navdewletî.
Rêkxistinê destnîşan kir ko bi sedan sivîl bi destê hêzên hevpeymana navdewletî ya bi serpereştiya Emrîka hatine kuştin, û bal kişand ser ko êrîşên hevpeymanê li ser bajarê Elreqa binpêkirin ji yasaya navdewletî re bû.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî