Rêxistina Lîbûrîna Navdewletî roja Duşemê, naveroka vekolîna xwe diyar kir, tê de hat ku rêjîma Esed û artêşa Rûsî êrîşî 18 bargehên tenduristiyê û yên Xwendinê li deverên bakur-rojavayê Sûriyê, di navbera 5 Eyara 2019 û 25 Sibata 2020 an de, kirine.
Rêxistinê di rapora xwe de ya ku li ser malpera xwe weşandibû, diyar kir ku êrîşên rêjîmê û Rûsiyê belgekirî ne, û di naveroka wê de hejmarek ji binpêkirinên yasaya mirovî ya Navdewletî hene, û tekez kir ku ew ne kêmî tewanên cengê ne.
Rêvebera herêmî ya rêxistinê, Hîba Merayif, got ku êrîşa dawî bi şêweyekî hovane hat pêkhatin, ku armanc jê metrsî di nav welatiyan de belav bibe.
Merayif diyar kir ku Rûsiya berdewame di pêşkêşkirina alîkariyên şer ji rêjîmê re, û ji wan pêkanîna êrîşên esmanî yên neyasayî ne, û belge bûye ku rêjîm bi tewanên cengê tewanbar e.
Di heman raporê de hat ku sê êrîş hatine encamdan, yek ji wan bejayî bû, û yên din di riya balfiran hatin encamdan, bi avêtina bermîlên teqîner, û tevaya wan di herdû heyfên serê sala nû de bûn, û di encama wê de nêzî melyon kesî penaber bûn.
Rêxistinê anî ziman ku ji wan êrîşên belgekirî êrîşin esmanî yên rûsî li ser nexweşxaneya Erîha, 29 Kanûna Duyem de ne, ku di encamê de 11 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, ji bilî belgekirina rêxistinê ji êrîşkirina artêşa rêjîmê li ser dibistanekê li Idlibê bi çekên qedexekirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî